KOBANÊ – Li Kobanê di Navenda Yekitiya Jinên Ciwan de di çerçoveya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” jinên ciwan kombûn û civînek li ser pirsigrekên ku jinên ciwan rûb rû tên lidarxistin. Di civînê de ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Avaşîn Kobanê ve li ser mijara Civaka Zayendperestî semînerek hat dayîn. Piştî semînera ku hat dayîn, her jinekî ciwan di derbarê mijarê de nerînê xwe anî li ser ziman û beramberê hişmendiya zilamsalar pêwiste tekoşînekî çawa were meşandin çareserî danîn holê.
Di naveroka nîqaşê de şerê taybet li ser jinên ciwam, şidet û tundiya ku jinên ciwan jiyan dikin, her wiha zewacê temen biçûk hate dest girtin. Jinên ciwan diyar kirin ku yekane rêya ji van pirsgirêkan xilasbûyinê fikir û felsefeya Rêber Apo ye ji ber vê jî pêwiste jinên ciwan fikir û felsefeya Rêber APO baş nasbkin û 5 regezên ku ji bo Birdoziya Azadiya jin hatiye diyar kirin wan regezan di xwe de hundirîn bikin.
Civîn bi sloganên Bijî Serok Apo, Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.