FRANKFURT – Roja şemiyê danê sibê çalakgerên tifaqa Parastina Kurdistanê (Defend Kurdîstan) li Frankfurtê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava/Bakur û Rojilatê Sûriyê li ber kontrayên Rêhewayên Tirk a li Balafirgeha Frankfurtê li hev civiyan.
Di protestoda de bal li ser sûcên şer ên dewleta Tirk hat kişandin û banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk hate kirin. Bi taybetî hevkariya hikûmeta Elman a bi faşîzma AKP/MHP’ê re hate rexnekirin. Di meşê de dirûşmên “Tankên Elman ji Kurdistanê bicehime”, “Kurdistan Goristan ji bo Fasistan”, “Ji Ocalan re azadî, li Kurdistanê de aştî” hatin qîrîn. Çalakgeran her wiha piştgirî dan gerîlayên ku li Başûr û Bakurê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk şer dikin.