NAVENDA NUÇEYAN – Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî aktîvîst û hunermend Mazlûm Dora daxuyaniyek da ku 11’ê Gulana 2021’ê hate girtin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku greva birçîbûnê ya Mazlûm Dora ya li zindanê gihîştiye armanca xwe û got, “Hunermend Mazlûm Dora ku ji ber karên xwe yên çand û hunerî, ji ber lêdana li daholê ya li meşekê, ji ber strana xwe ya Cenga Rojava 11’ê Gulana 2021’ê hate girtin, li Girtîgeha Stammheîmê hate bicihkirin û niha di greva birçîbûnê de ye. Mazlûm Dora demeke kurt beriya serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk ê wê demê Çavûşoglû ya li Berlînê hate binçavkirin û girtin. Tevî ku têkildarî wî delîleke têrker tune bû 3 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Mazlûm Dora hate birîn.”
KCDK-E’yê ragihand ku ji 21’ê Îlonê ve Mazlûm Dora di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ye û ferzkirina qanûna 129b, serdegirtina li saziyên Kurdan, kiryarên xerab ên li girtiyên siyasî yên Kurd şermezar dike û got, “Em piştgiriyê didin çalakiyên mafdar ên girtiyên siyasî yên li girtîgeha Elman ku bi kiryarên xwe ne kêmî girtîgehên Tirk e. Çalakiya greva birçîbûnê ya Mazlûm Dora raya giştî ya xurt afirandiye. Gelek Elman û Kurdistaniyan piştgirî dan û hêz dan çalakiyê.”
KCDK-E’yê diyar kir ku Mazlûm Dora bû dengê bi dehan girtiyên li girtîgehên Elmanyayê û diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê bal kişandiye, lewma jî eger çalakiya xwe bi dawî bike û têkoşîna xwe li ser zemînên cuda dewam bike wê bi wate bibe. KCDK-E’yê got, “Bi vê wesîleyê em bang dikin ku dawî li kiryarên kêfî yên li girtîgehên Elmanyayê yên li ser girtiyên siyasî bê anîn û bi lez bêne berdan.”