ÎZMÎR – Xwendekarên zanîngehê yên li Îzmîrê dixwînin, li dijî pirsgirêkên ku dijîn, Civaka Xwendekarên Demokratîk a Îzmîrê (I-DÖT) ava kirin. Daxuyaniya rêxistinê bi Tirkî û Kurdî hat dayîn. Pelda Ege bi Kurdî daxuyanî xwend û Veysel Îlhan jî bi Tirkî xwend. Ege di daxuyaniya xwe ya bi Kurdî de diyar kir ku ew ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê ya azad û zanistî têdikoşin û ev îfade bi kar anî.
“Em ew in ku li kampusan li dijî ferasetên faşîst û zayendperest li ber xwe didin, berxwedanê bi gel re tînin gel hev, mezin dikin û hêzeke têk naçe ava dikin. Em xwendekarên zanîngehê ne ku têgihiştina kesên bê hêvî, bê paşeroj û îtaetkar red dikin û têkoşîna jinan a azadîxwaz, demokratîk û ekolojîk hembêz dikin. Em ciwanên ku li dijî şer, asîmîlasyon, qirkirin û polîtîkayên tecrîdê yên bi sedan sal in li ber xwe didin. Şerzan Kurt ê li Mûglayê hat qetilkirin Gulîstan Doku ya li Dersimê hat windakirin, Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de di destpêka jiyana xwe de hat qetilkirin, Resûl Alan ê li Eskîşehîrê întîxar kir, Zeren Ertaş ê li Aydinê li yurdxaneya KYK’ê ji ber xemsariyê hat qetilkirin û got: “Em hevalên refê ne.”
Ege got, “Em xwendekarên welatparêz û şoreşger in ku hewl didin bi rêxistina xwe re bersivê bidin polîtîkayên îmha û înkarê û ji bo erka xwe ya di dîrokê de serî netewînin, erka xwe dibînin. “Em jinên ciwan in ku mîrateya berxwedanê ya ku me ji çanda xwedawendan girtiye, hembêz dikin, bi taybetî li dijî polîtîkayên jinavbirina jinên ciwan bi çanda destavêtinê, akademiya mêraniyê û kampusên ne ewle yên ji bo afirandina jinên maqûl û civakeke bindest hatine çêkirin.”
‘Em ê berxwedana zanîngehên demokratîk û zimanê azad binin’
Ege, bal kişand ser êrîşên bi taybetî yên li hemberî xwendekarên Kurd, diyar kir ku ew bi dirûşma “Bi zanîngehên demokratîk pêşerojeke azad” li dijî zîhniyeta serdest a mêr a ku ciwan û jinên ciwan ên Kurd dike hedef, li ber xwe didin. Ege got, “Em ê ji kampusan dest pê bikin, lîse, kolan û gel bi têkoşîna rêxistinkirî ragihînin, emê bibin zimanê heqîqeta civakî û van polîtîkayên qirêj ên têk bibin.” Ege bi banga “Li dijî şerê taybet têkoşîna birêxistinkirî” li ciwanan kir, pêşengên şoreşê yek bi yek bi bîr anî. Ege got, “Em berxwedana zanîngehên demokratîk û azad tînin ziman û soza xwe dubare dikin ku em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî her zanîngeh û lîse veguherînin keleha şoreşê.”