MEXMÛR – Li Wargeha Şehîd Rustem Cudî a Mexmûrê çalakiya nobet ya ku ji 20 Tîrmehê ve ji bo fîzîkî azadkirina Rêber Apo hatibû destpêkirin, bi coş û germahiyek mezin berdewam dike.
Li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê ev roja 3’yemîn e nobet ji aliyê Meclisa Îştarê kû hatibû dewr girtin berdewam dike. Li ser vê esasê û di çarçoveya nobeta ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo, dayika Xanim Benek ya 76 salî kû ew 100 roje bênavber di nobetê de cihê xwe digre bi ajansê me ya Nûçe Ciwan re axifî û wiha da diyar kirin:
“Dewleta Tirk ya faşîst Rêbertiya me ji hemû mafên girtiya bêpar hiştiye. Hiqûqa xwe ya dewletî û ya navnetewî binpê dike. Mafên mirovan, mafên girtiyan nasnake, hemûyan binpê dike. Li ser Rêbertiya me pergalek cûda ya îşkençeyê li Îmaraliyê pêk tîne. Rêbertiya me îradeya me ye. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û ya Rojhilata Navîn bi pardigmaya xwe sazûman kiriye. Ji bo wê jî wek gelê Kurd û gelên Rojhilatan Navîn divê em ji bo azad kirina Rêbertî li ser lingan bîn.”