BEIRÛT – Komek ji ciwanên Kurd ên li Lubnanê dijîn, li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyama hevgirtinê dan û helwesta xwe ragihandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Dagirkeriya tirk komkujiyan di derheqê gelê xwedî sekin û berxwedêr li bakur û rojhilatê Sûriye de, pêk tîne û pêşengên gel armanc dike, her wiha jêrsaziya vî gelî armanc digire û komkujiyan di derheqê zarok, karker û jinan de pêk tîne. Tevî hemû êrîşên ku ji aliyê dagirkeriya tirk ve li ser ewlehiya jiyanê pêk tên jî, em dibînin ku baweriya gel bi serkeftinê xort e, ji ber vê yekê jî zarên xwe di berdêla girêdanbûna bi welatê xwe û şehîdên ku herêm bi xwîna xwe avda ne de, dide, wê malbatên şehîdan, her wiha wê hemû gel jî ji bo xwe ji hemû rê û rêbazên dijminahî û dagirkeriyê rizgar bikin bi doza xwe ve girêdayî bimînin.
Ji ber vê yekê weke ciwanên li Lubnanê em piştigiriya xwe bi gelê xwe yê li bakur û rojhilatê Sûrîyeyê yê berxwedêr re radigihînin û em li hember êrîşên dagirkeriya tirk a ku di derheqê gelê me de komkujiyan pêk tîne û jêderên jiyanî armanc dike û pêdiviyên jiyanê qut dike, li ber xwe didin.
Me kampaniyeya girtina alîkariya darayî ji ciwanan ji bo destekdana manewî ji gelê me re, ragihand û em nahêlin ku dijminê me gelê me yê ku bi navê mirovahiyê li dijî DAIŞ’ê ya ku Turkiye ava kiriye li ber xwe da, tune bike, kampaniyeya me ne di vî alî tenê de ye, em ê rêxistinkirina çalakiyên xwe ji bo destekdana gelê xwe dewam bikin û em ê ji cîhanê giştî re û bi taybet ji dagirkeriya tirk re teqez bikin ku gelê me li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne bi tenê ye, lê belê her ciwanek û jineke ciwan di cîhanê de wê li dijî dagirkeriya tirk a faşîst heya têkbirina wê ji hemû herêmên ku dagir kirine, têbikoşin.
Em ji hemû hêzên cîhanî re dibêjin ku we hişt ku dagirkeriya tirk me topbaran bike û komkujiyan di derheqê gelê me de pêk bîne, em weke ciwan em ê ji bo dawîanîna dagirkeriyê li ser xaka xwe xwîna xwe bidin.
Bijî berxwedana bakur û rojhilatê Sûriyeyê.
Bimire dagirkeriya tirk a faşîst
Şehîd namirin”