QAMIŞLO – Desteya Çandê ya Rêvebriya Xweser û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Pêşangeha 7′an a Şehîd Herekol li dar xist. Deriyê pêşangehê dayika şehîd Herekol, Xedîce Şawîş vekir. Dûre cîgira Hevserokatiya Çandê ya Rêveberiya Xweser Ronahî Hesen bixêrhatina beşdaran kir û li ser navê Rêveberiya Xweser soz da ku piştgiriya çalakiyên çandê yên li herêmê bike.
Li aliyekî din jî endamê komîteya amadekar a pêşangehê Ebdulmecîd Xelef got ji ber ku 2 weşanxane nedikarî beşdar bibin, pêşangeh hate derengxistin. Xelef got 60 weşanxane, nivîsgeh û saziyên çandê beşdarî pêşangehê bûne. Di pêşangehê de 140 hezar pirtûk tên pêşkêşkirin.
Xelef wiha domand: “Li gorî pêşangeha 6′an zêdetir weşanxane beşdar bûne û zêdetir pirtûk hatin pêşkêşkirin. Di pêşangeha 6′an de 51 weşanxane hebûn.”
Weşanxaneyên ji Îmarat û Misirê cara yekemîn beşdarî pêşangehê dibin, li kêleka wê jî weşanxaneyên ji Lubnan, Urdin, Îtalya û Belçîkayê jî beşdar bûn. Çaverê bû ku weşanxaneyeke ji Kiwêtê jî beşdar bibûya, lê bi sedema derengmayîna pêşangehê nekarî beşdar bibe. Zimanên pirtûkên hatine pêşkêşkirin bi giştî kurdî (kurmancî, soranî û kirmanckî), erebî, farisî, tirkî, fransî û îngilîzî ne.
Girêdayî mijarê endamê Koordînasyona Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Besam Xilo axivî û wiha got: “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî bi rêya wêjeyê bûye milkê cîhanê. Pêşketina wêjeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dispêre têkoşîna mezin a Rêber APO”
Pêşangeh dê 4 rojan bidome û her roj ji saet 10′ê sibehê heta 8′ê êvarê vekirî be. Di bernameya pêşangehê de pêşbirkên çandî, hunerî û îmzekirina pirtûkan hene. Çaverê bû Pêşangeha 7′an a Şehîd Herekol 20′ê Tîrmehê di salvegera şehadeta şehîd Hisên Şawîş (Herekol) de bihata lidarxistin, lê 2 caran bi sedema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate derengxistin.