BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Li herêma Zapê;
- 28’ê Cotmehê saet di 08:30’î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.
Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
- 28’ê Cotmehê saet di 06:30, 12:00 û 15:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 3 çeperan hate xistin.
- 29’ê Cotmehê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke bombebarkirî li hewayê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 29’ê Cotmehê saet di 21:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.
- 28’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 12 caran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de 2 kon hatin îmhakirin, derb li 3 çeperan hate xistin.
- 28’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin. Derb li çeperekê hate xistin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;
- 28’ê Cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 2 caran bi droneyên bombebarkirî, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê jî 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
- 29’ê Cotmehê li herêma Zapê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
- 29’ê Cotmehê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
- 28’ê Cotmehê li herêma Garê qadên Kanîsarkê û Deşta Kafya 2 caran, li herêma Metînayê qada Gundê Bazê carekê bi giştî 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- 28 û 29’ê Cotmehê Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
- Herêmên Zap, Avaşîn, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”