MINBIC – Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê û gundewarê wê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li navçeya Ebû Qelqel a gundewarên Minbicê meşek li dar xist. Meş bi dirûşmeyên şoreşgerî û daxwazên azadiya fîzîkî ya Rêber Apodest pê kir, piştre meş ji bazara Ebû Qelqel re derbas bû û gihişt ber navenda Mala Jinê ya Ebû Qelqelê û li ser gihîştinê deqeyek rêz hat girtin ser giyanên şehîdan. Piştre li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Minbicê û gundewarê wê, Amîna Barkal axivî û got:
“Di serî de em silav û hezkirina xwe ji têkoşîn û berxwedana Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê re dişînin.Fikir û felsefeya Rêber Apo ku nivîsandibû bandor li ser hemû gelên hevpar kir û em weke yekîtiya jinên ciwan û bi fikir û berxwedana Rêber Apo, heta em hemû jinên ciwan ji vê koletiya ku li ser wan ferz kirine rizgar bikin, wê bi vê ramanê têbikoşin û li ber xwe bidin.
Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di rêya têkoşînê de bimeşin. Em dibînin ku dewleta Tirk hê jî êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, ji ber ku dixwaze vê bîrdozî bi dawî bike û van. Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di rêya têkoşînê de bimeşin. Em dibînin ku dewleta Tirk hê jî êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, ji ber ku dixwaze vê bîrdozî bi dawî bike û van gelên azad tune bike, lê wê tiştekî ji me nestîne, ji ber ku em weke Yekîtiya Jinên Ciwan ên Minbicê ne, li bejahiya wê, em ê bi ruhê Bêrîtan û Zîlan li ber xwe bidin û bi ruhê berxwedanê yê gerîla li çiyayê Kurdistanê têbikoşin.”
Yekîtiya Jinên Ciwan meşa xwe bi dirûşmeyên şoreşgerî bi dawî kir.