QAMIŞLO – Di çarçoveya pêngava cîhanî ya bi dirûşma “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên li seranserî cîhanê hate ragihandin, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya navçeya Girkê Legê daxuyaniyek da. Daxuyanî li qada Şehîd Xebat ji aliyê endamên Yekitiya Jinên Ciwan Emşe Ebdî û Wefa Elî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ketiye sala xwe ya 26′an. Hate diyarkirin ku dewleta Tirk daxwazên parêzeran ên dîtina Rêber Apo red dikin û bi hincetên ne rast ′Cezayên dîsîplînê′ dide Rêber Apo. Ciwanan di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê kirin ku ramanên Rêber Apo rêya rizgarkirina gelên herêmê ji planên herêmî û navneteweyî ye û gotin: ′′Berxwedana gelê me ya li ser şopa fikrê Rêber Apo planên dijmin têk birin. Gel têgihiştine ku azadiya wan bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.′′
Ciwanan piştgirî dan pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd û wekî gaveke pîroz nirxand. Her wiha got, dê li qadên têkoşînê bin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were mîsogerkirin.
Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Îmralî′′ hatin berzkirin.