KOBANÊ – Yekitiya jinên Ciwan îro li bajarê Kobanê ya herema Firatê 4’emîn Festivala Şehîd Stêrvan lidarxist. Festival bi dirusmeya “BI RIHÊ STERVAN Û VEJÎNAN AZADIYÊ SERBIXIN, REBÊR APO AZAD BIKIN” hat lidarxistin. Festival saet 11 destpêkir û heya saet 2 berdewam kir. Festival bi listokên werzişê hat destpekirin û bi komên hunerî berdewam kir. Festival bi axaftina vekirinê ya berdefkê Yekîtiya Jinên Ciwan Firyal Temi hat destpê kirin. Di axaftinê xwe de girîngiya festivalê dest nîşan kir, behsa kesayeta Şehîd Stêrvan kir û festîval diyarî hemleyê ku di vê mehê ji bo Rêber APO hat destpêkirin kir. Di festivalê de listokên bisiklet, ben, hêk, qele, mendil û satranc hatin leystin. Her wiha, koma Hîlala Zêrin ya Şehîd Barîn, Koma Jinên Ciwan ya Şehîd Vejin û Koma mirkut ya Şehîd Nûjiyan hunera xwe pêşkeş kirin. Heri dawi jî koma Şehîd Viyan stranên xwe pêşkêş kir. Festival diyarî hemleya “JI RÊBER APO RE AZADI, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΔ hat kirin. Di dawî de jî komên huneri û grupên werzişê yên serketî re diyari hat dayin û hatin piroz kirin. Festival heri dawi bi dilan û diruşmeyên BÊ SEROK JIYAN NABE Û JIN JIYAN AZADI hat bi dawi kirin.