MEXMÛR – Di 19’ê Cotmehê de Fermendariya Bîryargeha Navendî ya HPG ji raya giştî re ragehand ku wan hêza xwe ya li çiyayê Qereçox vekişandine. Vê bîryarê hem di nav gelê wargehê de hem jî di raya giştî de bandora şokê (Ecêp) da avakirin. Gelê wargehê ne li benda biryarek wiha bû. Ji ber ku ji sala 2014’an ve gelê wargehê bi hebûna hêzên HPG’ê xwe di ewlehiyê de didîtin. HPG zarok û parazvanên wan bûn. Her çiqas rejîma faşîst û qirker ji bo heyîna HPG’ê gef li gelê wargehê dixwar jî, lê ticarî gelê wargehê guh neda gefên dijmin. Di her kêliya jiyanê de xwedî li zarokên xwe derket. Çawa hêzên HPG’ê gelê wargehê diparast, gelê waregehê jî HPG diparast. Di nava 9 salan de gel û gerîla bi hevre bûn yek. Çawa li Botanê gel û gerîla bi hevre têkoşîn dikirin, hebûna hêzên HPG’ê ya li derdora wargehê jiyana Botanê di anî bîra mirov. Li erdnîgariya Maxmûrê Botanek biçûk hatibû avakirin. Li hemberî hemû êrişan gelê wargehê xwe parastî didîtin. Her çiqas hevkarên dijmin û xayînan gelek caran hewl dan ku vê girêdayînê lawaz bikin lê bi ser neketin.
Fermandariya Navenda Parastina Gel di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ‘Em erkê parastinê radestî gelê wargehê û bi taybetî jî radestî ciwanan dikin.” Ya herî girîng ewe ku ev mêzandina fermandariyê baş were fêhmkirin. Dibe ku dema ev biryar hatî ragihandin gelek kesan xwe bê parastin hîs kiribin. Lê dema ev biryar baş were fêhmkirin û li gor perspektîfê fermandariyê tevger kirin çêbibe wê gelê wargehê xwe bi xwe biparêze. Ev erka parastinê dikev ser milê hemû ferdên civakê.
Di dîroka penaberiya gelê wargehê de, hema bêje di hemû wargehan de rastî êrişên dijmin hatine. Lê êrişa herî mezin di sala 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ku bi fermana MÎT a Tirkiye tevdigeriya pêkhat. Li hemberî wê êrişê di pêşengtiya Şehîd Têkoşer Gever û 8 gerîlayên azadiyê de gelê wargehê berxwedaniyek dîrokî nîşan da û nehiştin ku DAIŞ li ser gelê wargehê û gelê herêmê qirkirinê pêkbîne. Di bingehê vê serkeftinê de bi qasî profesyoneltiya gerîla, wêrekiya gelê wargehê hebû. Ev wêrekî ji welatparêziyê tê, gelê wargehê bi têkoşîna xwe mînaka welatparêziya herî mezine. Ji ber vê yekê di çavê dijmin de hertim bûye kelem. Bê gûman ev welatparêzî jî ji baweriya fikir û felsefeya Rêber Apo tê.
Paradîgmaya Rêber Apo bi hemû rehendên civaka demokratîk û exlaqî, xwe dispêre parastina cewherî. Parastina cewherî ya civakê, di hemû kêliyên jiyanê de xwe li hemberî her cûre êrişan amadekirin û parastine. Di vê mijarê de gelê wargehê xwedî tecrûbeyek mezine. Ti civak nikarin bê parastin hebûna xwe bidin berdewam kirin. Parastina civakê bi hişmendî û rêxistinbûyînê ve girêdayî ye. Civakek rêxistinkirî xwedî hêza herî mezin a parastinê ye. Dema rêxistinbûyîna civakê lawaz bibe parastina civakê jî lawaz dibe. Niha dijimin rêbazê êrişên xwe dem bi dem diguhere. Hişmendiya lawazkirina rêxistinbûna civakê, êrişa herî mezine. Wê demê tişta ku rêxistinbûyîn, aborî, çand û civakbûyana me lawaz dike pêwîste em li hember wê xwe biparêzin û bizanibin ku ev êrişeke.
Belê, Fermandariya Bîryargeha Navendî di daxuyaniya xwe de bang li ciwanan kir ku ‘Erkê parastina wargehê li ser milê we ye.’ Bêgûman di hemû civakan de ciwan hêza parastina civakê ne. Wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî ku hejmara ciwanan têra parastinê dike rastî êrişên cur be cur tê. Yek ji van êrişan jî rêya Ewropa ji ciwanan re vekirine. Armanc ewe ku wargehê ji ciwanan valabikin. Nebûna ciwanan di civakê de hêza fikrandin, afirandin, zîndîbûn, nûbûn û rêxistinbûnê lawaz dike. Wê demê erka ciwan ya demê zelale. Xwe rêxistinkirin û parastina wargehêye.
Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi hêza xwe ya rêxistinbûnê di çolistanê de dibe gulistan. Her gulek bi striyên xwe, xwe di parêze. Ew beşek ji xweşikbûna wê bedewbûnê ye. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo û di pêşengtiya tevgera Apoyî de wê wargeh wehiya civaka demokratîk a di çolistana Rojhilata Navîn de be. Wê kesek nekaribe gavê bi wan bi şûnde bide avêtin. Dibe ku dijmin û hinek hêzên xêrnexwaz bi xwazin ji vê rewşê sûd bigrin û êrişan pêk bînin. Lê hêza civakê ya rêxistinbûyî û tevgera Apoyî wê rê nede vê yekê. Biryara fermandariya HPG, di heman demê de hikûmeta Iraq û NY jî vexwand erkê wan. Ji sala 2014’an ve hikûmeta Iraq û NY berpirsîyartiyên xwe pêk ne anîne. Van hêzan gelek caran hebûna hêzên HPG dixistin hencet ku berpirsîyartiyên xwe pêkneyîne. Ji niha û şûnde hikûmeta Iraq û NY raste rast ji hemû kiryarên ku li hemberî wargehê pêk were berpirse. Ger erkê xwe bicih neyîne wê gel û tevgera Apoyî hesab ji wan bi xwaze.