MEXMÛR – Qada Perwerdeyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO daxuyaniyek da. Daxuyanî bi beşdarbûna hemû xwendevan û mamosteyan a li dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn di kesayeta şehîdên 1’ê Mijdarê de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê xwendevana bi navê Çîdem Oren ve hat xwendin.
Daxuyanî wihaye:
“Dewleta Tirk ji mirovahiyê para xwe negirtiye. Di dîroké de mînakên ji bo yek kesî qanûn derxistin tuneye, lê ev ji bo dewleta Tirk derbazdar nîne. Ji bo Rêberê mirovahiyê dengê wî neyê bihîstin bi salan di nava tecrîdê de dihêle û tecrîdê li ser tecrîdê dişidîne. Pewîste mirovahî ji xwe şerm bike ku kiryarên wiha tînin serê mirovekî aştîxwaz, mirovhez û azadîxwaz. Herî dawî kampanyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û tecrît şikênandinê li hemû deverên cîhanê hatî despêkirin silav dikin. Dewleta hov û faşîst ji vê kampanyayê ditirse û berxwedanekî biçûk ji hêzên hegemon têxe tirsekî mezin. Dewleta Tirk vê kiryar û cesareta xwe ji bê helwestiya raya giştî û gelê Kurd digre. Cezayên lihemberî Rêbertiya me tên meşandin pêwîste ji aliyê gelê Kurd ve bê helwest nemîne. Kiryarên dewleta hov di qirika wê de bihêle.
Herî dawî dîsa cezayê hevdîtinê û yê hucreyê sê mehan dane Rêber Apo û divê ev ji aliyê gelê Kurd ve bi tu awayî neyê pejirandin. Em bang li gelê Kurd û raya giştî dikin bêdeng mayîn hevkarî kirine û nebin hevkarê zilmê û amûra dewleta Tirk ya faşîst. Em bang dikin dewleta Tirk ji van kiryarên xwe yên li dijî mirovahiyê bide sekinandin û guh bide daxwazên gelê Kurd yên aştiyê. Nexwe hunê ji van kiryarên xwe werin darizandin û hesab bidin gelê Kurd.
Em weke Komîteya Perwerdeyê ji raya giştî re radigihînin tecrîda li ser Rêber Apo li ser xwe dihesibînin. Hemû çalekî û kampanya yên ji bo azadiya Rêber Apo û şikandina tecrîdê em xwe di nav de dibînin û amadene ji bo wê pêşengî bikin. Bi vê boneyê hemû çalekiyên ji bo azadiya Rêber Apo hatîn destpêkirin silav dikin û berxwedana Rêber APO pîroz dikin. Helwesta dewleta Tirk ya faşîst ya li hember Rêber Apo şermezar dikin.”
Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Apo’ hatin berz kirin.