EHDAS – Îro li Kefergarês a navçeya Ehdas Jinên Ciwan ên PYD sînevizyon li ser “Rûyên Veşartî” ji bo têgihiştina gel, her weha da ku nekevin binbandora lîstok û xefkên dijmin ên ajankirina mirovan ji bo ku xerabiyê di herêmê de çêbikin.
Çalakî bi xuleyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Rêveberiya Jinên Ciwanan a PYD Leyla Mihemed ji aliyê xwe ve têkildarî çalakî axivî û got : “Pêwîst e gelê me bizanibe ‘Rûyên Veşartî’ çi bername ye û behsa çi dike. Êrîşên ku di vê dawî de têne kirin hemî bi destên ajanan tên misogerkirin. Divê ku em li hemberî ajantiyê em xwe zêdetir birêxistin bikin.”
Çalakî bi silganên “Bimre îxanet azad bibe Kurdistan û bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.