BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan têkildarî tecrîdê, şerê di navbera dewleta Tirk û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de, taktîka şerê gerîla ji Stêrk TV re axivî.
“Şer di 2023’an de herî zêde jî li Bakurê Kurdistanê qewimî. Şer ji Serhedê heta Garzanê, Amed, Dêrsim, Mêrdîn, Botan, Zagrosan (hem Cîlo û hem jî li eyaleta Geverê), li her devera Kurdistanê, her eyaletê şer qewimî. Berxwedanên gelekî girîng hatin raberkirin. Ruhê fedayî yê Apoyî, dirûstî û lehengî îsal herî zêde li Bakurê Kurdistanê derket pêş. Ez hemû şehîdên sala 2023’an ên Bakurê Kurdistanê di şexsê hevrê Yaşar Botan, Leyla Amed, Dilgeş Gûzereş û Axîn Mûş de bi bîr tînim. Bi destanî şer kirin. Herî dawî li Mêrdîn Omeryayê, Heval Nurhaq û heval Îbrahîm li dijî dijmin şer kirin û şehîd bûn. Li gorî agahiyên dawî yên gihiştin me, li vir şerekî mezin qewimî. 10 leşkerên dijmin hatin kuştin ku 2 ji wan paye bilind bûn. 7 jî birîndar bûn. Her şehadetek berxwedanek mezin bi xwe re tîne û windahiyên mezin dide dijmin. Yanî li Bakurê Kurdistanê şerekî mezin qewimî.
Bi taybetî windahiyên me yên li Amedê, girîng bûn. Yên li Botan, Dêrsim, Mêrdîn, Serhed, Garzan, Cîloyê hemû girîng bûn. Lê li Amedê şehadeta heval Dilgeş û du hevalên pê re, ne ji rêzê bû. Hevalê Dilgeş weke fedayiyekî Apoyî lehengê demê bû. Fermandarê eyaletê bû. Ji her alî ve pispor bû. Çawa gihişt Amedê, şehîd bû. Li Eyaleta Amedê û devera navîn, rol û mîsyonekî girîng girtibû ser xwe. Şehadeta Dilgeş û hevalên pê re, windahiyek girîng bû. Tesadufek qewimî; li cihekî ne guncaw rastî dijmin hatin, lê bi fedayiyane şer kirin. Egîdên demê bûn. Bi lehengiyê dîrokek afirandin. Di pratîkên ku beriya wê meşandin de, jî wisa bû. Fermandarê Eyaletê yê Heftanînê bû. Yanî heval Dilgeş Gûzereş, di dîroka şerê şoreşgerî yê giştî de nirxekî mezin afirand. Em car din bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin.
Axîn Mûş û hevrêyên pê re jî ku beriya demekê şehîd bûn, ji bo me windahiyên girîng bûn. Hevalên din jî kadroyên esas ên Eyaleta Amedê bûn. Heval Axîn 5 salan li vir fermandarî kiribû, di pileya yekemîn de berpirsyarî girtibû, di Hêzên Taybet de fermandarî ji Tabura Nemiran re kiribû. Bi sekna şoreşgerî, pîvanên exlaqî û çandî nûneriya asteke bilind dikir. Di aliyê paqijî, dirûstî, samîmiyet, biryardarî, cesaretê de weke jineke Kurd mînak bû. Gelek mîlîtanên wisa performans raber dikirin hebûn, lê heval Axîn ne tenê bi ruhê şer û cesareta xwe, bi aliyê xwe yê pêşengîkirinê û jîrbûnê de jî weke jineke Kurd a azad li pêş bû. Di nava tevgera me de ji bo geşkirina têkoşîna jina azad pêşeng bû. Jin be, mêr be dikarî her kesî/ê bi rêve bibe. Bawerî dida afirandin. Bawerî dida ku bi biryardarî, sekin, jîrbûn û hevrêtiya xwe dikare pêşengiyê bike. Hevaleke me ya hêja bû. Lewma hevalên me yên ku bûne xwendevanên hevala Axîn, çalakiya fedayî ya li Enqereyê li ser navê wê kirin. Bi vê wesîleyê ez car din şehîdên me yên Bakurê Kurdistanê – yên li Amed, Botan û her deverê – di şexsê Axîn Mûş de bi rêzdarî û hurmetdarî bi bîr tînim. Têkoşîna ku li Bakurê Kurdistanê pêş xistîn, şopên ku hêlayîn, bingehê ku ava kirîn têrê dike ku em têkoşînê geş bikin. Ji ber ku wan mîrateyeke mezin afirandin. Sekin, cesaret, fedakarî û dirûstiyên wan îro bingehek ava kirin. Ev bingeh wê bibe bingehê serkeftinê.”