PARÎS – Sekretera Ciwanên Jinên Esnafê Julîa Yaûrîs ku ji Perûyê hat Yekemîn Konferansa Ciwanên Cîhanê ya ku diyariya Rêber APO hat kirin, nirxand.
Julia Yauris;
Navê min Julia Yauris e, ez ji Peru me û ez wekî endamek Federasyona Neteweyî ya Cotkar, Zenakar (jinên pîşesaz), Jinên Xwecihî yên Peru têm. Ez Sekreterê Netewî yê Ciwanan im û ji ber ku ji aliyê tevgera Kurd ve hatim vexwendin ez hatim vê konferansê li Parîsê. Ez ji têkoşîna jinên Kurdistanê gelekî bandor bum.
Di Konferansa Dijî Kapîtalîzmê ya li Bogota ya Kolombiyayê de fersenda min çêbû ku ez wan nas bikim. Ew di heman demê de rêxistinek femînîst e ku cotkar û gelên xwecihî temsîl dike, ku ji hêla jinan ve hatî damezrandin.
Me fêm kir ku van rojan ne tenê li Amerîkaya Latîn, li hemû cîhanê û bi taybetî jî li Rojhilata Navîn jin têkoşînê didin. Û ev yeka me hişt ku em wek jin, ne tenê wek ciwan, taybetî wek jinên ciwan, beşdarî vê çalakiyê bibin, ku tê de jinên ciwan dikarin bên cem hev, em berfireh bibin û xurt bibin ji bo paşerojeke ku em bikarin bidin pêşiya nifşên paşerojê.
Bi giştî tê zanîn ku em gelên guherbar in, gelên xwecih ên zimanên cuda, kevneşopî û çandên cihê ne, lê ev yek nabe asteng ku rê li ber girêdana me bi welatên din ên Rojhilata Navîn, Başûr û Amerîkaya Navîn û hemû deverên din bigire.
Berovajiyê vê yekê ye, em tifaqê li hev dikin û ev konferans û tevgera ciwanan alîkariya me dike ku em bi hev re girêbidin û peyamek mezin bidin hemû jinên ku ji bo têkoşînê amade ne. Jin hene ku ji axa xwe dûr in, carinan ji bo vegerandin û parastina mafên jinên feqîr û di heman demê de em parastina xaka xwe dikin. Ji ber vê yekê ez weke jinekî ciwan a xwecihî li vir radiwestim, ji vê konferansê hemû hêza xwe didim we û ji we re dibêjim ku em di têkoşîna pergala kapîtalîst de ne bi tenê ne, berovajî vê, em bi hev re li dijî cîhanê radiwestin. Û ez ji hemû jinan re dibêjim ku bi hêz û cesaret li ber xwe bidin û bimeşin û nehêlin sîstem me parçe bike û tune bike. Berovajiyê vê em rêhevalên xwe hînî têkoşîna li dijî vê sîstemê bikin, xwe bi hêz bikin û nîşanî wan bidin ku weke jin em dikarin li dijî pergalê şer bikin û xwe bi hêz bikin.