PARÎS – Ew ji aliyê tora “Ciwanên Çêkirina Dîrokê” ku beşdarî konferansan bûye, tê organîzekirin. Konferans li avahiya Espace Niemeyer pêk tê. Roja yekemîn a konferansê ku di navbera 3-5’ê Mijdara 2023’an de hat plankirin, saet di 10’an de bi axaftina vekirinê û deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Di rûniştina sibehê de, piştî deqîqeyek rêzgirtinê, li ser şehîdên şoreşê û têkoşîna wan axivîn.
“Ji Rojavayê kurdistanê îro em beşdarî konferansa ciwana ya cîhanî bûne, li paytexta Fransa Parîsê, îro ev konferans tê li darxistin.Konferans di vê demê ku em têre derbas dibin xwedî girîngyeke dîrokî û pir mezine. Armanca vê konferasê li dijî ferasetên bavikselar û netewdewlet em bikaribin xwe îsbat bikin û di nav civakê xwe de bi rengê xwe weke jinên ciwan û ciwanên şoreşgerli dijî sîstem û êrîşên heyî em bibin bersiv. Di vê konferansê de mijarên pir girîng weke koçberî,zayendperestî û pirsgirêka jinên ciwan jî tên nîqaş kirin.Em jî bi hêvî û moraleke pir mezin ji rojavayê kurdistanê warê şoreşê tevlî vê konferansê bûne.Em jî ji bo bikaribin pirsgirêka her jineke ciwan û ji bo avakirina fedraliya ciwana em li vê derê hazirin.Û di roja yekemîn de bi vê hêz û hêviyê emê du rojên pêşiya me beşdarî konferansê bibin.
Ji meclîsa ciwanên sûriyê yên demokratîk beşdarbû me. Îro em peşdarî konferansa ciwana ya cîhanî bûne ji bo ku em ciwanê sûriyê temsîl bikin. Em bi hêvîne ku encamekî xort ji vê konferansê derkeve ku pirsgirêka hemû ciwanên cîhanê çareser bike. Em jî li ser vê esasê têkildarî plansaziyên ku werin pişinyarkirin de destbikar û xebatê xwwe bikin.Û em bi hêviya serkeftinê ne ji bo vê konferansê.