NAVENDA NUÇEYAN – Li gorî malpera Siwêda 24, xwepêşandêrên li Siwêdayê navenda “Partiya Baas” şaxê Siwêdayê dorpêç kir, teker şewitandin û gelek rêyên bajêr girtin. Li gorî heman çavkaniyan, ji ber nebersivdayîna daxwazên welatiyan ji aliyê hikumeta Şamê ve, di nav de Gerînendetiya Peywendiyan û Gerînendetiya Çandiniyê gelek navend û saziyên hikumetê yên li bajêr hatin girtin.
Duh (4`ê Mijdarê) jî komeke xwecih banga îsyana sivîl û gireva giştî kiribû. Aktîvîstan got: “Ev bangawazî bi daxwaza mafên jiyanê mîna sotmeniyê, zêdekirina mûçeyan, peydakirina ava vexwarinê û hwd pêk tê.” Gireva giştî ya li bajêr hemwextî xwepêşandanên gel ên zêdetirî 3 meh in berdewam dikin, pêk tê. Armanc ji prtotestoyan hilweşîna “rejîma Esed” û pêkanîna biryara navneteweyî 2254 e.
Li gorî malpera Siwêda 24, gireva giştî bi van daxwazan pêk tê:
1 – Pêkanîna biryara navneteweyî 2254 ji bo pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyeyê.
2 – Daxwaza mafên jiyanî yên ji dest hatine girtin, di serî de peydakirina mazota germkirinê bi miqdareke têrker di nava mehekê de.
3 – Girtina hemû şax, navend û cihên Partiya Baasê, bidawîkirina destwerdana wî li kar û barên rojane yên xelkê.
4 – Bidawîkirina gotina sloganên Partiya Baasê li dibistanan bi temamî, eger ev daxwaz neyê pêkanîn dê ji malbatên xwendekar bê xwestin ku zarokên xwe nema bişînin dibistanan.
5 -Bang li serok û rêveberên dibistanan bê kirin ku tev li gireva giştî ya gel bibin. Eger rayedarên hikumetê gef li karmendan bidin, dê ji aliyê gel ve bên cezakirin.
Li gorî heman malperê, girev ji îro ve dest pê dike, ji bilî rewşên awarte û tibî hemû tevger tên rawestandin, lê rêya Şamê di vê pêvajoyê de vekirî dimîne.