QAMIŞLO – Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Qamişlo îro li ber navenda xwe ya Şehîd Canwelat standekî pirtûk vekirin. Pirtukên Rêber Apo û pirtûkên derbarê tekoşîna azadiyê li Kurdistanê tên pêşkêşkirin, bi zimanên kurmancî û erebî. Ev çalakî di çarçoveyê hemleyê navnetewî “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” û bi siloganê xwe “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” tê li darxistin.
Hemleya navnetewî “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” di 10’ê Cotmehê de li 74 bajarên cîhanê hat ragihandin wek bersivekî li dijî komployê navnetewî ku Rêber Apo xist tecrîdê li girtîgeha girava Îmralî.