NAVENDA NÛÇEYAN – Di Kurdistana roja me ya îro de tebeqayeke modern a ku her diçe bi tesîr dibe jî rewşenbîr û ciwan in. Têkîliyên neteweyî û çînî yên vê tebeqayê, ku hewl tê dayin li gorî armancên hegomonyaya Tirk ku di salên dawî de bilêz pêş dikeve were perwerdekirin, weke ku bêbiryar in û baş bi cih nebûne xuya dikin. Burjuwaziya Tirk, ji bo ku van di nav hebûna xwe ya neteweyî de bihelîne û ji bo berjewendiyên çînî bi kar bîne, di asîmilasyoneke kûr re derbas dike. Ji ber ku xebat meşandina di saziyên ekonomîk, civakî, çandî û siyasî ku mohra neteweya Tirk hildigirin de fêmkirin û qebûlkirina ziman û çanda Tirk pêwîst dike, kesên nikarin çandeke bi vî şiklî bi kesayetiyên xwe bidin xwarin, nikarin di qada ekonomîk û civakî de bi ser bikevin. Gelek ciwanên xwendî û rewşenbîrên Kurd ku bûne qurbanê vê polîtîkaya burjuwaziya Tirk, nikarin hemdem bûnê ji Tirkbûnê cuda bifikirin.
Herwiha ji ber ku nekarîne şexsiyeta xwe ya neteweyî qezenc bikin, nikarin ji bûn xizmetkarê neteweya hakim xwe rizgar bikin. Têkîliyên çînî yên van ciwan û rewşenbîran ku di navbera du neteweyan de di rewşa tamponê de ne jî, xwediyê pêkhateyeke kompleks in. Pêkhateya (yapı) çînên hakim ên Kurd ku bi piranî li gel çînên hakimên Tirk têkîliyên şidayî çêkirine û tenê dikare bi taybetmendiyên xizmetkariyê ji wan were cudakirin, li ser ciwan û rewşenbîrên ku çavkaniya xwe ji wan digirin jî tesîr dike. Kesên nikarin bibînin ku ji kîjan neteweyê ne, nikarin wê biryarê jî bidin da ku ji çînên hakimên kîjan neteweyê ne. Di nav rewşenbîr û ciwanan de beşa ku herî zêde têde rûhê xizmetkarî û ajantiyê pêre pêş ketiye ev e.
Beşa ciwan û rewşenbîran ku ji çînên navîn û feqîr tên, dikarin hineke din rewşa xwe bi şiklekî objektîf bibînin. Dizane ku hegomonyaya feodal-komprador a mêtingeh, astenga herî mezin a li pêşberê pêşketina welêt, gel û wî/ê ye jî. Dibîne ku di nav neteweya hakim de riya “rizgariyê” her ku diçe namîne, wext hatiye û derbas dibe da ku li welat û gelê xwe vegere û li gorî vê helwestên xwe diguhere. Ev veguherîna di helwestê de, di nav vê tebeqeyê de welatparêziyê pêş dixe.
Di her pêvajoya dîrokê de, zanebûn, ji bo gel û çînan ji derve hatiye birin. Komeke ji hilberînê qut, teorî pêş dixe, ji derve mujul dibe ku vê bike malê gel û çînê. Dixwaze bila ji bo çînên pêşver û be, dixwaze bila ji bo çînên paşver û be ev rastî ji bo her çînê derbas dibe. Gel an jî çînên ku nikarin “komên” xwediyê zanebûn û rêxistin in pêş bixin, nikarin xwe bigihînin armancên xwe yên ekonomîk û polîtîk. Bêyî ku “koma” xwediyê zanebûn û rêxistin a gelên mêtingehan ku bi sed salan di mercên civakîyên li halê xwe de mayî pêk were, têkoşîna wan a li dijî emperyalîzm û mêtingeriyê pêş nakeve û nagihîje serkeftinê. Heya ku ji gelên mêtingehan di pêşengiya “komeke” xwediyê zanebûn û rêxistin de tevgera ciwan û rewşenbîrên welatparêz neyêpêşxistin, tevgera serxwebûnê ya neteweyî nikare pêş bikeve.
Ji ber ku pêkhateya (yapı) civakî ya eşîrî-feodal di bin hakîmiyeta biyanî de timî li ser lingan hatiye ragirtin, ji tevgereke xwediyê zanebûn a rewşenbîr-ciwanên welatparêz bê par mayin, ji bo tevgerên me yên ku bi armanca serxwebûnê hatine lidarxistin kêmasiyeke mezin e. Encax, di van salên dawiyê di pêkhateya me ya civakî de beşeke rewşenbîr ciwan a modern derketiye holê û ev kêmasiya hatiye derbaskirin; li dijî mêtingeriyê bi taybet di merhaleya destpêkê ya têkoşînê de xebata “koma” xwediyê zanebûn ku pêwîst e bi roleke diyarker rabe û di pêşengiya vê “komê” de tevgera rewşenbîr-ciwan a welatparêz hatiye destpêkirin. Di derketina meydanê ya vê encamê de, di nav beşa rewşenbîr-ciwan de eleqeyeke mezin dîtina sosyalîzma zanistî û baweriya misoger a bi fikra “tenê di pêşengiya sosyalîzma zanistî de wê mumkun be ku welat bigihêje serxwebûn û demokrasiyê” li şuna neteweperestiya burjuwazî ku ji mêj de wexta xwe temam kiribû, rol lîstiye.
Li pêşiya tevgera rewşenbîr-ciwan a welatparêz ku di mercên şênber (somut) ên welatê me de hêdi merhaleya destpêkê de ye, gelek wezîfeyên ku bi cih bîne heye. Tevgera rewşenbîr-ciwanan a welatparêz, bêyî ku nêrîn û helwestên ku hê jî di nav ciwanan de bi awayekî berfireh tê dîtin ên wekî şoven, sosyal-şoven, reformîst, çi ji min re ye, înkara neteweyî tasfiye bike û rêxistina xwe ya şoreşgerî ava bike û bi hêz bike, nikare ku nebesiya kadro ya têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdistanê derbas bike. Tevgera rewşenbîr-ciwanan a welatparêz wê hê demeke dirêj di nav têkoşîna rizgariya neteweyî de girîngiya xwe bidomîne.
Rêber Apo
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”