NAVENDA NÛÇEYAN – Milîs a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî (HBDH) ya Delal Amed bi daxuyaniyeke nivîskî berpirsyariya çalakiya sabotajê ya li Kocaeliyê girt li ser xwe û diyar kir:
“Hêrsa me ya li dijî tecrîd û pergala îmhayê ya Îmraliyê û zext û êrîşên faşîst ên li ser zindanan êdî nayê veşartin. Milîsên me bi çalakiyên xwe li her derê dibin dengê girtiyên şoreşger.
Me bi dirûşmeyan “Em ê tecrîda li ser Rêber APO bişkînin!” Di 31’ê Cotmehê de li çavkaniyên aborî yên dijmin xist. Li navçeya Kocaelî/Korfezê, kargeh a gubreyê ya alîgirên rejîma faşîst bû hedefa Milîsên HBDH Delal Amed.
Di çalakiya sabotajê ya ku me bi li ser detonatorê pêk anî de, xisareke mezin a madî li kargeha gubre ya li Taxa Barbaros/ Kolana Petrolê rû da.
Em ê Pergala Tecrîd û Rûxandinê ya Îmraliyê hilweşînin!
Zindanan hilweşînin, Ji Girtiyan re Azadî!”