NAVENDA NÛÇEYAN – Di axaftina girtina konferansê de, Florian Andre carekê din ragihand, yê ku lidarxistina vê konferansê mumkin kiriye fikir û têkoşîna Rêber APO ye û ji ber vê jî têkoşîna ji bo azadiya wî ya fizikî erkekê herî sereke ye. Andre di axaftina xwe de wiha pêda çû, piştî encamgirtina serkeftî ya vê konferansê, piştî nîqaşên dewlemend û biryarên girîng ên hevpar, ew weke Komîteya Amadekar li bendê ne van encaman bi Rêber APO re parvebikin, bikaribin nîqaşên konferansê jêra veguhestin bikin. ‘Divê tenê li bende mayîna vê rojê nebe, lê pêwîste bi awayekî aktîf ji bo gihîştina vê rojê têbikoşîn. Ew roj jî nêz e, ne dûr e, wê pêkwere.’ Li ser vê bingehê hate diyarkirin ku 25 salên esareta bin tecrîd û êşkenceyê de û 32 mehên bê agahî êdî bi tu awayî nayê qebulkirin, her rojek ku ev tecrîd berdewam bike nayê qebulkirin û ji bo vê têkoşîn pêwîste were mezin kirin.
Piştî axaftina girtinê di daxuyaniya encamnameya konferansê jî li ser navê Insyatîfa ‘Ciwan Dîrokê Dinivîsin’ beşdarbûna kampanya ‘Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate ragihandin û li gorî vê hemû rêxistinên beşdar piştgiriya xwe bi têkoşîna azadiya Kurdistanê dan diyarkirin. Nûnerên ji gelên xwecihî yên li herêma Cauca (Kolombya) dijîn li ser vê bingehê ji aliyê xwe ve jî eşkere kirin ku ew doz û kampanya ji bo azadiya fizikî ya Rêber APO weke doz û kampanya xwe dibînin û wê li gorî vê tevbigerin.
Nûnere Lîgaya Sosyalîst a Şoreşger ê Kenya, Lewis Maghanga, bi navê hemû beşdarvanên konferansê li ser vê bingehê daxuyaniyekê taybet da ku têkoşîna ji bo azadiya fizikî ya Rêber APO ji bo wan dozekê herî sereke ji bo ciwanên têkoşer ên cîhanê ye: ‘Em bangawaziya xwe ji bo azadiya fizikî ya Abdullah Öcalan bi awayekî herî xurt dubare dikin. Weke ciwanên vê cîhanê em esareta û êşkenceya berdewamî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan weke hewildana bêdengkirina dengê veguhertina şoreşgerî, hewildana bêdengkirin dengê çareseriyê û hewildana astengkirina hêza avakirina jiyana alternatîf dibînin. Bi vî awayî dixwazin gelên kedkar ên cîhanê bi berdewamî kolebikin û desthilatdariya xwe mîsoger bikin. Em têkoşîna azadiya fizikî ya Abdullah Öcalan weke şertekê bingehîn ji bo têkoşîna me ya li dijî pergala kapîtalîst, emperyalîst û zilamsalar dibînin.’
Axaftina girtinê, daxuyaniya encamnameyê û daxuyaniya taybet ji bo kampnaya ‘Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ji aliyê 400 ciwanên amade bi sloganên ‘Free Öcalan’ û ‘Bijî Seroka APO’ hatin pêşwazîkirin.