NAVENDA NÛÇEYAN – Me beriya niha hinek ferasetên çewt ên li ser hatîn ferzkirin vekiribûn. Me diyar kir ku ferasetên çewt, ji ber azadî bi şêweyek azadiya burjuvaziya biçûk tê destgirtin çavkaniya xwe digire. Di vê mijarê de nexasim tişta ku divê mirov li ser raweste, feraseta azadiya jinê ya li Tirkiyê tê pêşxistine. Kemalîzmê jin weke hebûnek hêmin û kedîkirî kiriye jînwarek pir baş a koletiyê.
12‟ê Îlonê jî ev hîn zêdetir kêrhatî bikar anî. Faşîzm taybet li ser jinê radiweste, dibêje; “Binêrin dê zarokên we ji ber terorê biçin!”, “Wê bê îstîkrarî û anarşîzm we tine bike!” û bi vî rengî xîtabî hestên jinê yên jixwe hestiyar dike û wan dike piştawanên faşîzmê. Ji ciwanan re jî dibêjin; “Xwe bidin jiyankirin!” Emperyalîzm çanda xwe ya xirab jî li nav Tirkiyê belav dike û serwer dike. Ciwanên ku di vê mijarê de heta dawî hestiyarin, her ku pêwendiyên şaş pêş dixin, di nav de kûr dibin. Encam jî pir ecêbe: Di radeyek mezin de ciwan ji şoreşê qut dibin! Ger îro jin û ciwan bûne sipartekek ANAP (Anavatan Partîsî) an jî rejîma 12‟ê Îlonê rewşek cidî ye û ne jixwebere. Ji ber ku tişta ku rejîm herî zêde li ser radiweste û ji sedî heftî û pênc şênî hatine dagirkirin ev kesimin. Lewma nêzîkbûna ji pirsgirêka jinê re, di heman demê de li hember faşîzmê ev girse tevlî raperînê kirin mijarek pir girînge. Li hember faşîzmê azadiya jinê pêşxistin, yek ji erkên şoreşê yên bingehîne. Dîsa pêşî li xeyalên sexte yên ciwan jî di vê mijarê de dijîn girtin pir girînge.
Her çendî me xisletên 12‟ê Îlonê yên pir dijwar têkil nava partî nekiribe jî, diyare dê gelek endamên me -jixwe dê siberojê pir berfireh beşdarî refên me bibin û ji welat jî werin- bi van nexweşiyan ve werin. 12‟ê Îlonê bi jinê re xisletên zaroktî pêş xistiye. Ciwan jî zêde hestiyar, hêsan û biçûk kiriye. Hestê egîdî kuştiye. Li şûna vê xwe berdêla pereyan de firotin, bi çalekiyên biçûk têrkirin daye rûniştandin. Tişta ku ciwan îro li pey diçe xebatên hunerê yên hêsanin. Di qada hunerê de tîpek weke Emrah hatiye avakirin, di werzîşê de dîn û harbûna pêş ketî hemû jî ji rê derxistinên zanebûn hatine pêşxistinin. Ji bo herikbûna ciwanan a ber bi şoreşê ve asteng bikin, bi hostane ev rêbazên dij-şoreş pêş xistin. Diyare ku em jî ji bo van ji nû ve bidest bixin, bi pîvanên şoreşgerî yên têkûz ve tevnagerin. Em ê bizanin ku di civakê de ji bo jinê serfirazî dema li dijî faşîzmê serbilindiyek çêbû pêk tê û ev jî rêgezek jiyanî ye. Ji bo ev rêgez di hemû pratîkan de serwer bibe, ew ber bi têkoşîna şoreşgerî ve kişandin, potansiyela jinê ya mezin li hember faşîzmê derxistin pir girînge. Îro di raperînên Filîstînê de mirov dikare bêje jin, zarok û ciwan bi keviran şoreşê dimeşînin. Hinek dersên ku ji vê bên girtin hene. Dema jin dar û ber radike, nexasim di serhildanan de dikare pir baş serkêşiyê bike. Dîsa dema zarok û ciwan dar û ber radikin, rê ji hêzek bêhempa re vedike. Îro pêdiviya me jî herî zêde bi pêşketinên wisa heye. Ji ber daku gerîlayên li çiyê venêrîne artêş hemû hêza xwe seferber dike. Dikare rêxistinokên veşartî kontrol bike, lê dîsa jî her zarok û ciwanên di serhildanê de dikarin dar an jî kevirekê peyda bikin. Dema jinên ku nîvê civakê zêdetirin dadikevin kolanan, ne gengaze ku polîs wan kontrol bike. Her wiha ne gengaze ku hemûyan tine bikin û ji holê rakin. Qutreta ti
hêzî ya hêza girseyekê bi temamî tine bike nîne. Ji ber vê divê em vê girseyê, nexasim ji bo pêşxistina tevgera bajaran teqez di qonaxa pêşiya me de bixin tevgerê. Pêwîste neyê gotin qadro çênabe. Misoger hêrsa hemûyan zêde ye. Hemû jî birçî û xizanin.
Gengaze ku mirov wan bi her cure rêbazî beşdarî serhildanan bike. Em ji nirxandinek propagandevanên hêsan bigirin heta xwepêşandanên kolanan, ji bo nan çalekî, bikarin êrîşî xwaringeh û dikanên zad bikin –bila zarok jî wisa bikin-, dema hemû bi hev re bikin ne gengaze ku polîs wan bişopîne û ji bo vê rêxistinbûnek
mezin jî hewce nake. Wê demê, em ê bi ser vê qada ku xwe potansiyelek pêşketinê ya girînge de biçin, vêderê binirxînin û faşîzmê jî ji vê bingehê mehrûm bihêlin.
Rêber APO (Jin û Malbat)