NAVENDA NÛÇEYAN – Di demên dawî de tevahî welat tê valakirin. Di bin vê de jî malbatparêzî û qaşo dilxweşiyek rizgarkirina malbatê heye. Lê belê, ma bi qutbûna ji welat malbat rizgar dibe? Berovajî vê, ev ketina nava pêvajoya tinebûnê ye. Feraseta malbatê ya li cem me, xwe dispêre rizgarkirina rojaneya xwe. Gelo tişta rizgarkirî tê gotin çiye? Pergalê ew avêtiye metrepolan, avêtiye nava her cure hetîketiyê, dîsa jî li gorî wî ev bese. Ev bêberpirsyariya reîsê malbatê ya herî mezine. Deh zarokan davêje serê cîhanê yê din, paşê jî dibêje; “Min erka xwe ya reîstiyê pêk anî, malbat rizgar kir.” Ev suce. Çima suce? Ji ber ji welat qut bûye, ji rêya rast a têkoşînê qut bûye. Ev zilam rast nabe. Jixwe ji zarokê ku ew mezin bike jî ti xêr dernakeve. Dê ew zarok jî beredayî û tolaz bin. Jixwe ji nav we yên li Ewrûpa jiyane vê baş dibînin. Li metrepolên Tirkiyê karê herî zêde dikin, dergevanî ye, di karên herî qirêj dekarkirine. Elbet ev jî ji zarokan re pêşerojek baş ava nake. Di vê rastiyê de ji destpêkê ve winda kiriye.
Elbet em ê li dijî vê derbikevin û bêjin ku ne gavek raste. Belê, em ê rast xwedî li malbatê derbikevin û ji bo zarokan wisa pêşerojek rast saz bikin. Ev encamek xwezayî ya xeta partiya me ye. Zêde pêwîstî bi nîqaşê jî nake. Yên aqilmend, dê jixweber vê encamê derbixin. Sedema ku em dubare li ser vê mijarê radiwestin, hûn bi israr van têkîliyên paşverû dijîn û di bin bandorek giran a kevneşopiyan de dimînin. Ecêb nabînim ku li ser we tevan bandora van heye, lê divê mirov bizane bi van re têbikoşe. Mesele ne ciwanbûn ne jî pîrbûne, xwe gihandina fikrek raste. Rewşa we li ser bingeha fikrek rast sererastkirine.
Gelo zaroktî, ketîbûn û xirabiyên têkîliyan ên di vê mijarê de dîtin, ji hêla pratîkî ve tê çi wateyê? Ji bo em ciwanên xwe ji vê nexweşiyê rizgar bikin, şoreş esasgirtin, ew bi şoreşê xwedîkirin, kesayetên xwe bi pêwendiyên şoreşgerî ve bidestxistin, tê wateya ew di nava pêwendiyên azad de bi hev dana nasîn û pêşxistina malbetek girêdayî pêwendiyên azade. Divê em di nava partiyê de di derbarê vê mijarê de perwerdeya navxweyî pêş bixin. Em tenê derbaskirina neyêniyan bes nabînin, divê em di pêwendiyên wekhev û azad de aliyên xwe yên erênî jî pêş bixin. Pêwîste pêwendiyên rêhevaltî serwer bin. Hewce dike
em ji vê re wêrek bin. Divê PKK xisleta xwe ya di derbarê vê mijarê de xurt bike.
Rêber APO (Jin û Malbat)