DÊRIK – Li bajarê Dêrike endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan semînerek li ser azadiya fîzîkî ya Rêber APO li darxistin. Semînêr bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber APO ji tevahiya cihanê re bigihînin hate lidarxistin. Bi dehan endamên tevgerê û yekitiyê şaxê Dêrikê tev li çalakiyê bûn.
Di semînerê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Dêrikê Bager Cûdî axivî û berdewamkirina cezayên dîsplînê û girankirina tecrîdê li ser Rêber APO ji aliyê dewleta Tirk a a dagirker ve, şermezar kir.
Bager Cûdî destnîşan kir ku hemwextî tecrîdê, êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin û got: “Ev siyaset, li pêşiya me nabin bend ku em têkoşînê û berxwedanê berdewam bikin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO Ocalan pêk bînin.” Bager Cûdî jî bal bal kişand li ser rol û misyona Ciwan û Jinên Ciwanan û diyar kir ku ‘Dem dema ku ciwanan xwedî li azadiya fîzîkî ya Rêber APO derkevin û xwe berpirsyarê vê erkê bibînin.’
Di dawiyê de ciwanan, wêneyên Rêber APO hildan û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.