REQA – Vê sibê li bajarê Reqa komekî ciwan û jinên ciwan bi siloganê “Bi hevre li dijî madeyên hişbir” broşûrên hemleyekî dest pê kirin. Li derdora El-Neîm, parka El-Reşîd, derdora saetê û Kolana Tel Ebyadê broşurên hatin belav kirin û girîngiya dûrketina ji madeyên narkotîkê hat hişyar û rave kirin. Hat destnîşan kirin jî ku belavkirina madeyên hişbir bi alîkariya dewleta Tirk tê kirin, ji bo ku ciwan ji çand û exlaq dûr bixin û pirsgirêkên civakê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê zêde bike.