KOBANÊ – Îro Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê, di çarçoveya hemleyê navnetewî “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” meşekî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li dar xist. Meş jî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Cenga azadiyê ser bixin” hate organîzekirin.
Ciwanan ji deriyê başûr ê ketina bajarê Kobanê ber bi gundê Elpelûr ve meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêber Apo hatin hildan û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Hilweşe komploya navneteweyî”, “Berxwedan jiyan e” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Ciwanan 12 kîlometreyan meşiyan, bajarê Kobanê û gundê Mînasê jî derbas kirin û li gundê Elpelûr ê ku Rêber Apo lê dima, meşa xwe bi dawî kirin. Li wir hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Avaşîn Misto bang li ciwanên herêmê û Kurdistanê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo asta têkoşîna xwe bilind bikin û bi xurtî beşdarî pêngava cîhanî bibin.
Avaşîn Misto wiha domand: “Tevî tecrîda giran a dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Apo ferz kiriye, lê Rêbertî li ber xwe dide û piştrast dike ku şoreşa ku wî dest pê kiriye dê gurtir bibe. Ji ber wê jî divê em xwedî li fikir û têkoşîna wî derkevin û wan li nav civakê belav bikin.” Di dawîya axaftina xwe de Avaşîn Misto anî ziman ku tevahî gelên cîhanê Şoreşa Rojava wek şoreşa jinan nas dikin û ku gelê Rojava bi saya fikrê Rêbertî terorîzm têk bir.
Çalakî bi siloganên “Bê Serok jiyan nabe” û “Berxwedan jiyan e ” bi dawî bû.