HELEBÊ – Îro li bajarê Helebê çaremîn festîvala Şehîd Stêrvan a çand û werziş, bi diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” dest pê kir. Ajansa Nûçe Ciwan festîval şopand û bi jinên ciwan re reportaj girt.
Festîval ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan a Şehba û Helebê tê li darxistin û wê 2 roj berdewam bike. Bernameyê rojê yekem girêdayî werziş bû û sibeh jî wê li ser çand be. Festîval li meleba Berxwedaniya Şêx Meqsûd seat 10:00 bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê destpê kir û berdevkê Yekîtiya Jinên Ciwan axivî. Piştre dest bi lîstokan wek şitrenc, voleybol, fûtbol, tenîsê mase (pîngpong) û bisîklêtan. Festîval bi coşeke mezin berdewam bû û di dawî de bi siloganên “Şehîd namirin”, “Bê serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” bi dawî bû.