DÊRÎKÊ – Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê, bi beşdarbûna dehan jinên ciwan semînerek li ser hemleya navnetewî “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî”, ku di 10’ê cotmehê li 74 bajaran cîhanê dest pê kir, dan. Jinen ciwan teqez kirin ku ewê ji bo azadiya fiziki ya Rêber Apo dengê xwe bigihînin hemû cîhanê u li ser fikir u ramanên Rêber Apo xwe perwerde bikin u xwe zana bikin.
Komployê Navnetewî ku di 9’ê Cotmehê 1998, bi derketina Rêber Apo ji Sûriyê dest pê kir û bi girtina wî li Kenya di 15’ê Sibatê 1999 de berdewam kir, bi pêşengtîya îstîxparatên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îsrayîl pêk hat. Di 1’ê Cotmehê 1998 dewleta Tirk tehdîtê hikumeta Şamê kir ji bo ku nehêle ku Rêber Apo li axê Sûriyê bimîne û di 9’ê Cotmehê de jî, Rêber Apo, ji bo ku şer li ser axa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê çênebe, ji Şamê derket Yunanîstanê. Dewleta Tirk jî heya niha wê rojê wek rojekî ji bo bilindkirina êrîşên xwe li ser gelê kurd û Tevgera Azadîyê Kurdistanê bikartînê û di salê 2019 de di vê rojê de dest bi êrîşên dagirker ser Serekaniyê û Girê Spî kir.