TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqayê îro li salona Navenda Tevgera Çand û Huner komxebatekî li ser esasê nirxandinên Rêber Apo di pirtûkê “Ceribandinek li ser Sosyolojiya Azadiyê” ji bo çareserkirina pirsgirêkên ciwanan li darxistin. Bi dehan ciwan, nûnerên Rêveberiya Xweser, tevgerên jin, tevgerên ciwan û partiyên siyasî beşdar bûn. Komxebat bi daqayekî ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre ji aliyê endamê komîte amadekar “Şethe El-Hisên” ve komxebat hat pêşkêşkirin û. Şethe daxwaza azadiya Rêber Apo diyar kir, lidarxistina vê komxebatê li Rêber Apo pîroz kir û tekezî li ser pêwîstiya van semînar û civînên kir. Ji bo dîtina çareyekê ji bo gelek pirsên ku ciwan û jinên herêmê eleqedar dikin û bi taybet li ser koçberî, zewacê bi temenê biçûk û bikaranîna madeyên hişbir nîqaş hatin kirin.
Li ser van mijaran, pênaseya wan, bandorên wan û zirarên ku digihînin hatin nîqaşkirin û gelek beşdarvan ji bo çareserîyê wan diyardeyan nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. Armanca vê komxebat ronîkirina van mijarên ku herî zêde di nav civakê de belav bûne û nîqaş ji bo dîtina çareseriyên ji bo kêmkirina van diyardeyan. Di dawîyê de encamnameyek bi biriyaran ku hatin girtin hat xwendin.