SILÊMANÎ – Li Silêmaniyê xwendekarên lîseyê careke din çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de xwendekaran daxwaza dirêjkirina sala xwendinê an jî kurtkirina mufredata perwerdeyê kirin. Îro careke din xwendekarên amadeyî li ber Rêveberiya Perwerdeya Silêmaniyê kom bûn û heta Rêveberiya Perwerdeya Rojavayê Silêmaniyê meşiyan.
Xwendekaran di meşê de ji bo “Wezîrê Perwerdehiyê” sloganên îstifayê qîriyan.
Der barê çalakiya xwendekarên lîseyê de xwendekarê lîseyê Bano Ferîdûn ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku ew bûne mexdûrên boykota mamostayan, ji ber vê yekê em dixwazin an mufredata perwerdeyê were kurtkirin an jî sala xwendinê ya îsal were dirêjkirin.
Bano diyar kir ku mamostayan ji ber ku 3 meh mûçeyê xwe negirtine dibistan boykot kirine û berpirsê vê yekê jî wezîrê perwerdeyê ye û xwendekarê bi navê Abdullah Selah jî diyar kir ku divê hikûmet daxwazên wan qebûl bike û wiha got: heta niha rayedaran bersiv nedaye daxwazên me. Ji ber ku sala nû ya xwendinê dest pê kir, me gelek zehmetî kişand. Her wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji vê yekê berpirsyar e.
Xwendekarê bi navê Abdullah Selah diyar kir ku divê hikûmet daxwazên wan qebûl bike û wiha got: “Heta niha rayedaran bersiv nedaye daxwazên me. Ji ber ku sala nû ya xwendinê dest pê kir, me gelek zehmetî kişand. Her wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji vê yekê berpirsyar e.
Tê diyarkirin ku xwendekar wê di 12’ê Mijdarê de careke din çalakiya xwe li dar bixin. Li Herêma Kurdistanê ji 13ê Îlonê ve sala nû ya xwendinê dest pê kiriye. Lê belê ji ber ku hikûmetê mûçe nedaye, mamosteyan dibistan boykot kirin û dest bi grevê kirin. Bi hezaran xwendekar ji ber boykotên dibistanan ku ev 2 meh in dewam dike mexdûr bûne.