BEHDÎNAN – Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan tevlî bernameya ‘Xwebûn’ê ya Jin TV bû û li ser pergala Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bersiv da pirsên rojnamevan Arjîn Baysal.
Besê Erzîncan destpêkê bal kişand ser rabirdûya sîstema KJK’ê û got, “Ji dema damezrandina PKK’ê û vir ve karên jinê têne meşandin. Sîstema me yekemcar bi hevala Sakîne Cansiz destpê kir. Ji ber ku hevala Sakîne yek ji damezrandinên PKK’ê ye. Rêbertî karê jinê her tim girîng dît. Li Rojhilata Navîn gelek caran partî ava bûn, lê belê ti carî jin nebûn ji damezrandinên wan. Rêbertî dîroka Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Mezopotamya û civakê nirxand, gihîşt wê encamê ku jin nebe têkoşîn bi ser nakeve. Ji bo azadî û demokrasiyê divê teqez jin tevlî kar bibin. Dema ku mirov bala xwe didin ser jiyana Rêbertî, nêzîkatiya wî timî bi vî rengî bû. Yanî dema ku KJK ava bû, têkoşînek hebû ku 40 salan dewam dikir. Ji hevala Sakîne destpê kir, di nava artêşê de jî her tim jin hebûn.
HER ASTEKE RÊXISTINIYÊ GAVEKE MEZIN BÛ
Piştî sala 1986’an Rêbertî malbat nirxand. Piştre jî diyar kir ku divê rêxistina jinê ya serbixwe ava bibe. YJWK li ser vê bingehê ava bû. Di sala 1993’an de artêşa jinê ava bû, di sala 1995’an de Yekîtiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê (YAJK) ava bû. Di sala 1999’an de partîbûna jinê pêk hat. Sala 2005’an piştî ku konfederalîzma demokratîk hate ragihandin KJB (Koma Jinên Bilind) ava bû. Sala 2014’an Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) hate ragihandin.
Her qonax ji bo karên jinê gaveke mezin bû. Di her qonaxê de karên jinê hîn bêhtir mezin bû, kûr bû û berfireh bû. Destpêkê ji xwe li qada leşkerî kûrbûnek hebû. Yanî li ser qadên siyasî û civakî jî kûrbûn hebû, lê parçebûyî bû. Rêbertî diyar kir ku dema sîstema jinê ava bibe pêwîstiya xwe wê bi kadroyan hebe. Dawiya dawî jî partîbûna jinê li ser vê bingehê ava bû. Yanî KJK li ser mîrateyeke ji 40 salî ava bû. Lê belê paradîgma û felsefeyeke gelekî mezin a vê sîstemê heey. Di vê demê de jî sîstem bi êrîşa li dijî jinan rêxistinî û parastina jinê belav kir. Belavbûneke mezin bû. Armanca me birêxistinkirina jinan û avakirina jiyanek bi pêşengiya jinan e.”
Besê Erzîncan ragihand ku sîstema KJK’ê ji gelek aliyan ve dixebite û wiha dewam kir: “Rêbertî her tim xwest ku jin bibin xwedî îradeyeke serbixwe, fikir û hişmendiyeke serbixwe, jin karibin xwe bi rêxistin bikin. Di sîstema heyî de qadeke jiyanê ji jinan re nemaye. Jin weke ‘ya mêr, ya dewletê, ya sîstemê’ tê dîtin. Weke kesayetekê nayê qebûlkirin, li ser xwe û jiyana xwe nikare biryarê bide, welê lê hatiye anîn ku nikaribe li ser lingên xwe bisekine. Di nava sîstema netewe dewletê de bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê jin nikarin enerjî, fikir û potansiyela xwe nîşan bide. Ji bo karibe xwe nas bike, têbigihêje, li hev komk bibe û karekî kolektîf bike, xwerêxistinî girîng e.
Jin divê ne di bin bandora otorîteya dewlet û mêr de be. Di dîrokê de yekemcar rêxistiniyeke bi vî rengî heye. Jin berê jî di nava têkoşînê de li hev kom dibûn lê belê piştî şoreşê ji ber ku nekarîn rêxistiniyeke serbixwe ava bikin diçûn malê û mîna berê dijiyan. Me got em vê şaşitiyê nekin. Rêber Apo şoreş hemû nirxand. Ji aiyê jinan ve gelek kêmasî dît. Got, em şoreşeke rasteqîn bikin. Ji bo jin hemû karibin tevlî şoreşê bibin, îrade û fikrê xwe nîşan bidin, pêwîstî bi rêxistiniyeke xweser hebû. Eger me xwe bi rengekî giştî bi rêxistin kiribûya, rengê jinê dernediket holê. Bi rengê jinê divê em têbikoşin. Em nikarin tenê şoreşeke neteweyî û çînî pêk bînin.
Me xwe ji sîstema modernîteya kapîtalîst qut kir. Em dixwazin jiyaneke nû ji bo jinê, mêr û civakê ava bikin. Sîstema KJK’ê ne tenê ji bo jinê ye. Em dixwazin pêşengiyê ji civakê re bikin. Ne tenê ji bo azadiya jinê, em di heman demê de ji bo azadiya mêr û civakê jî dixebitin. Dema ku em bala xwe didin ser şoreşên din, dibînin ku armanceke xwe ya ewçend berfireh nîne. Lê belê sîstema KJK’ê di heman demê de di nava sîstema konfederal de esasî ye.”
Besê Erzîncan ragihand ku sîstema KJK’ê mîna sîwanekê ye û got, “Sîstemeke navendî nîne. Di nava sîstema KJK’ê de PAJK heye, rêxistinên ciwanan hene, YJA Star heye. Her sazî di nava vê sîstemê de xwe bi rêxistin dike, lê belê her sazî di heman demê de di nava xwe de xweser e. Her sazî biryara xwe bi xwe dide, plansaziya xwe bi xwe dike. Bêguman PAJK di vir de cuda ye. PAJK pêşengiyê ji tevahiya sîstemê re dike. Her rêxistinî xwedî mekanîzmayeke xweser e. Em dikarin bibêjin ku mîna tevnekê dixebite. Piştre gel li hev kom dibe û li ser mijarên stratejîk biryaran werdigire.
Sîstema KJK’ê gelekî berfireh û civakî ye. Kadro pêşengiyê jê re dike lê belê hiyerarşî di nav de nîne. Her kesên ku daxwaza azadî, wekhevî, edalet, sosyalîzm, azadiya jinê dikin û dixwazin bixebitin dikarin tevlî rêxistinê bibin. Paradîgmaya me diyar e, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê. Em dixwazin civakê li ser bingeha komun, meclîs, akademî û kooperatîfan bi rêxistin bikin. Bi vê sîstemê em dixwazin civakeke nû, jiyaneke nû ava bikin. Sîstema netewe dewletê li ser koletiya jinê hatiye avakirin. Em vê yekê red dikin û dibêjin ku li ser bingeha azadiya jinê em ê jiyaneke nû ava bikin. Em dixwazin jiyaneke demokratîk, azad û ekolojîk ava bikin.”
Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan ragihand ku ev sîstem ne tenê ji bo Kurdistanê ye û got, “Ev sîstem ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Dibe ku li Kurdistanê destpê kiribe lê belê armanca me ew e ku sîstemeke konfederal ava bikin ku li tevahiya cîhanê pêşengiyê ji jin û civakê re bike. Dibe ku navê xwe ne KJK be lê belê ji aliyê cewherî ve wê heman tişt be. Eger em li Rojhilata Navîn û cîhanê sîstemeke konfederal a jinê ya xwe dispêre demokrasî, azadî û ekolojiyê ava bikin, hingî dikarin modernîteya demokratîk ava bikin.”