QAMIŞLO -Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Cİwan ên Qamişlo êrîşên li ser navenda ciwanan a Minbicê bi meşeke şermezar kirin. Di wextên evarê de Ciwanên Qamişlo kom bûn û meşek li dar xistin. Bi siloganên ”Bijî Berxwedana Rojava” û ”Bê Serok jiyan nabe” ciwana di nava suqa qamişlo meşîyan. Meş ji duwara şerq despêkir û heya duwara Sonî dewam kir. Li duwara sonî daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyanî de hat diyar kirin ku ev êrîşê li ser Tevgera ciwanan ti encam nagre û ciwan hertim tekoşîna xwe berdewam bikin. Dewleta tirk a dagirker çiqasa êrîş bike nikare îradeya gelên berxweder bişkîne. Soza me tolhildanê.
Meş bi siloganan bi dawî bû.