NAVENDA NÛÇEYAN – Xirabiya herî mezin li me bê kirin, PKK di bazirganiya hişbirê de weke amûrekê nirxandine. Îdîaya terorîzmê çiqas derewek mezin be, derewa duyem a temamkariya wê gotina pêwendiya PKK‟ê bi hişbirê re heye jî derewe. Ez pir baş dizanim, di nava me de negengaze ku yek kes jî bi hişbirê ve mijûl bibe. Kerba me li hember hişbirê heye. Ger her kes jî weke me bûya, li vê cîhanê yek kesê ku hişbir bikar tanî nedima. Xwezayî bazirganiya wê jî çênedibû. Dixwazim di vê mijarê de bala we bikişînim; hêj ji salên 1980‟î ve “tezek” polîsên Tirk û xebatek girêdayî vê “tezê” hebû.
Dema hewl dan bi rejîma 12‟ê Îlonê re rêjeyek mezin gelê me koç bikin, yeqîn dikim ji bo reşkirina têkoşîna ku emê li Ewrûpa bimeşînin xefkek hatî sazkirine. Dîsa ji bo beşdarbûna ciwanên li wir asteng bikin, rêbaza bazirganiya hişbirê hilbijartin. Yekem care dibêjim ku divê hûn vê xalê pir baldar binirxînin. Bi rastî jî ev lîstoke û teqez divê hûn lêbikolin û encamên wê fêr bibin.
Divê bê zanîn polîsên Tirk ciwanên Kurd di nava komê hişbirên ku sazûman kirine de pir zêde bikar tîne. Niha bi hezaran ji wan li Almanya girtîne. Yê vê dike û dide kirin jî polîsê Tirke. Çima? Weke bi yek kevirî çend çûkan bide.
Yek; van ciwanan fêrî hişbirê dikin.
Du; para qezenca herî mezin a bi hişbirê tê destxistin polîs ji xwe re dibe. Jixwe qezenca vê ya herî mezin jî diçe ji kontr-gêrîla re. Jixwe li Tirkiyê, di nava JÎTEM‟ê de ango di rêxistina îstîxbarata jendirme de ev bû mijara nîqaşê. Di bûyera Cem Ersever de derbasî belgeyan jî bûye. Ew bi xwe dibêjin, bi gelemperî xwe bi qezenca bazirganiya hişbirê xwedî dikin.
Sê; dixwazin bi vê têkoşîna me di bin navê; “Vaye Kurd di nava komên hişbirê de cîh digirin” de qinyatekê ava bikin. Ji bo van ciwanan jî dibêjin; “Ev girêdayî PKK‟ê ne.” Lewra propagandeya; “PKK jî girêdayî hişbirê ye” belav dikin. Ji bo şaşiyek wisa lenetî û xeter di asta nav-netewî de derbixin holê ezê ji bo we vebêjim. Kuştina Palme jî, bi heman şêweyî ji bo me di asta nav-netewî de terorîst bidin selmandin, ji aliyê derdorên tarî ve hat pêkanîn. Komara Tirk welatê me ji ciwanan vale kir, ew têkil hişbirê kirin û ew derbasî qada nav-netewî kirin. Yek ciwanê Kurd, heta ku pişgiriya polîsên Tirk nebe nikare evqas li cîhanê belav bibe û di rêya hişbirê de cîh bigire. Yeqîn dikim ez van pasaportan nadim wan. Ger bê xwestin dikarin di rojekê de rêyên çûna wan bê girtin.
Jixwe weke polîtîkaya qirkirina netewî, hemû ciwan ji welat derxistin, polîtîka herî bingehîn a vê rejîmê bû. Şêweyek vê ya din jî, ciwanên mayî jî di terîqetan de birêxistin kirin. Îro li Tirkiyê hinek terîqet, rêxistinên weke Hizbulahê, li ser bingeha ol‟î li dijî PKK‟ê tên derxistin. Di vir de jî para polîsê Tirk zêde ye. Yek têkil karê hişbirê dike, du, têkil ol û terîqetên sexte dike û wisa jî hewl didin enerjiya ciwan a ber bi têkoşîna me ya rizgariya netewî ve biherike asteng bikin. Cewhera polîtîkayê eve. Mixabin li Ewrûpa jî, gelek zanyariyên şaş gihandin polîsên Alman û propagande dikin dibêjin PKK di bazirganiya hişbirê de bi çalek cîh digire.
Weke min gotî, ev tawanbariyek girane. Ez nabêjim misoger ne ji nêz û ne jî dûr ve ti eleqeya me nîne. Em bi tundî li dijî vê ne.
Bila li dadgehên nav-netewî bê selmandin, ger yek endamek PKK‟ê yê rastî têkil hişbirê bûye, ezê jî hemû tawanbariyên we bipejirînim. Lê yek tawanbarî nîne. Tenê propagandeyek şirîk heye, çewtkirin heye û li ser ciwanên me lîstokên mezin hene. Hûn jî ger bal bidinê, berê mîna vê li ser reşkan jî lîstokên wisa hatine lîstin. Vaye em jî qurbanê vê ne. Rastî jî weke min gotiye. Em her tim yê hişbirê bikar jî tîne û dide bikaranîn jî şermezar dikin. Ji pirsa; “Tevger û miletê ku herî zêde li hember hişbirê girtî û li dijî bazirganî û bikaranîna wê kiye” re bersiva em bidin; “Tevgera PKK‟ê û gelê me ye.”
Rêber APO (DI SOSYALÎZMÊ DE ISRAR DI MIROVBÛNÊ DE ISRARE)