HELEB – Îro Festîvala 4emîn a Şehîd Stêrvan di roja duyemîn û dawî de berdewam kir. Festîval bi diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan a Şehba û Helebê hat li darxistin. Duh li Helebê bi aktîvîteyên werzîş dest pê kir û îro jî li Şehba bi aktîvîteyên çandî li Şehba berdewam dike. Roja duyemîn bi daqayekî rêzgirtin li ser giyana şehîdan dest pê kir û dayîka şehîd Stêrvan li ser navê Sazîya Malbatên Şehîdan axaftina vekirinê kir û festîvalê pîroz kir.
Piştre jinên ciwan helbestên xwe li ser dagirkerîyê û welatparêzîyê xwendin û koma Şehîd Nûcan Serdoz a Yekîtîya Jinên Ciwan stranên xwe pêşkêşkir. Yek ji wan strana nû ya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî”, ku ji bo hemleyê Komalên Jinên Ciwan a bi eynî nav hat amade kirin bû. Her wiha, koma şano ya Tevgera Xwendekaran Demokratîk şanoyek bi navê “şideta li ser jinê” pêşkêş kir û hunermend Yesmîn Koşan a koma govendê ya Helebê stran got.
Di dawiyê rojê de festîval bi govend û coşeke mezin bi dawî bû û sibe berdwam dike.