KOBANÊ – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşxistina qada çandiniyê û parastina jîngehê hewldanên mezin têne kirin. Desteya Jîngehê ya Herêma Firatê projeyek daye destpêkirin ku çopa organîk bi rêya kurman veguherîne semada xwezayî.
Hevserokê Desteya Jîngehê ya Herêma Firatê Arif Balî diyar kir ku armanc ji vê projeyê ew e ku semada “Dostê xwezayê” hilbirînin. Li gorî Arif Balî, çopa organîk a ji bermaniyên xwarin û çandiniyê, bi rêya kurmên ku enzîman derdixe, veguhêzên semada bê madeyên kîmyewî an ku “Semada kurman”.
Kurmên ku ji bermaniyên organîk dixwin, madeyek bi navê ” Compost′′ derdixe û ji vê madeyê semada xwezayî tê çêkirin.
Desteya Jîngehê ji bo avêtina gavên pêşîn ên projeyê rûbereke biçûk amade kiriye, kurm di sendoq an cihekî amadekirî ku çop û hinek ax lê hebin de, têne xwedîkirin. Proje dê di mehên bê de wê bi dawî bibe û piştî salek ji testê dê semad were belavkirin.
Balî diyar kir ku semada kurman dostê jîngehê ye ku zerarê nade axê û got, ev semad alternatîfa semada kîmyewî ye.
Ev tecrube ji aliyê endazyarê çandiniyê Dilşad Mehmûd ê ji Kobanê ve hate pêkanîn û Desteya Jîngehê ji bo projeyê esas girt.
Tecrubeya çêkirina semada xwezayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya duyemîn e. Di sala 2022′yan de 5 kes di nav de pisporên çandiniyê, li gundê Hasûdê yê başûrê rojavayê navçeya Tirbespiyê kooperatîfa hilbirandina semada xwezayî bi rêya kurman ava kir.