ALMANYA – Ciwanên nûnêrên Meclîsa Sûriyê Demokratîk ku ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hatin Ewrûpa ji bo yekemîn konferansa ciwanan a cîhanê, niha li gelek bajaran bi tevgerên sosyalîst û enternasyonalîst civîn, hevpeyvîn û semîner li dar dixin. Vê carê li Almanya bi Tevgera Enternasyonal Falken – Perwerde Sosyalîst Navnetewî li hev civîyan. Ev rêxistin li gelek welatan, di hemû parzemînan de, bi cih dibe û karê perwerde ji bo pêşxistina civakê bi taybet li dijî zayendperestî û netewperestî dike. Tevgera Falken diyar kir ku dixwaze bi hemû tevgerên sosyalîst di cîhanê de têkîliyên xurt ava bike û dest nîşan kir ku dixwaze ji tecrubeyên şoreşa Rojava sûd bigire. Nîqaş berdewam kir, bi taybet li ser nêzîkatîya şoreşa Rojava li hemberî perwerde û zarokan.