ALMANYA – Nûnerên Ciwanên Meclîsa Sûriyê Demokratîk li Almanya panelekî derbarê rewşa niha ya şoreşa Rojavayê Kurdistanê, rola ciwan di şoreşê de, êrîşên dagirkeriyê dewleta Tirk û pevçûnên li Rojhilatê Navîn û bandorê wê li ser gelên Sûriyê li dar xistin. Bi dehan kes amade bûn, piranî ji rêxistê Kurdistanê Biparêze. Pirs hatin kirin bi taybet li ser rewşa niha li Rojava, êrîşên dagirkerîyê, pêşengtîya jin û ciwan di şoreşê de û rola wan di şer de.