KOBANÊ – Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê li bajarê Kobanê, saet 1, li dijî êrisên ku duh li ser navenda Ciwanan a Minbic çêbûn meșek girseyî lidarxistin. Alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û pankartên li dijî êrîşên dagirkerîyê û bi siloganê “Cenga Azadiyê Serbixin” hatin hildan. Meş li Qada Jina Azad dest pê kir û heya Qada Şehîd Egîd berdewam kir. Di dawîyê meşê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmed Derwîş axivî û êrîşê ku du sal berî li dijî navenda ciwanan a Kobanê çêbû, ku tê de 6 ciwan hatin şehîd xistin, bibîranî.
Ehmed diyar kir ku dijmin êrîşên xwe dubare dike lê nikare tu carî şoreşa Rojava têk bibe ji ber ciwan ji êrîşên dagirkerîyê natirsin û çiqas dijmin êrîşê li ser pêşengên civakê bike, ewê her tim çalakîyên xwe berdewam bikin wek fedayên Rêber Apo. Di dawîyê axaftinê xwe de destnîşan kir ku Ciwanên Şoreşger hezir in ji bo ku li hemberî hemû êrîşên dijmin bisekinin û ku ewê tola şehîdan rabikin.
Duh siharê li navenda Ciwanan a Minbic teqînek çêbû. Li gorî agahîyên ku tên zanîn gelek kes birîndar bûn. Tevgera Ciwanên Şoreşger li gelek bajaran Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi çalakîyan vê êrîşê şermezar kirin.