NAVENDA NÛÇEYAN – Milîs a HBDH ya Axîn Mûş bi daxuyaniyeke nivîskî berpirsyariya çalakiya li Amedê girt li ser xwe û diyar kir:
“Me di 8’ê Mijdarê de li bejahiya Amed-Hazroyê li dijmin xist. Yekîneya me ya milîsan a bi navê Fermandar Axîn Mûş li dijî konvoya dijmin çalakiyeke sabotajê li dar xist. Li bejahiya Hezroyê dema ku wesayîtên zirxî derbas dibûn bermîleke teqemeniyê ya bi tûpan hatibû dagirtin hat teqandin. Piştî teqînê birîndar bi helîkopteran hatin veguhestin.
Li Bakur, Basûr, Rojava, li her cihê ku dewleta faşîst êrîşî hêzên yekbûyî yên şoreşger ên gelê me bike, em ê li wir, li metropolan, “li pişt xetê” bersivê bidin. Ew ê tu carî di nav baxçeyek bê stir de nemeşin. Hemû hêzên şoreşger ên yekbûyî, ji gerîla heta milîs, mil bi mil, em ê vê fermana îstîsmarê ya qirker hilweşînin!”