REQA – Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger îro şêniyên bajarê Reqayê bi dirûşma “Na ji dagirkeriya Tirk re, na ji dorpêçkirina li ser gelê me, na ji komkujî û mirinê re”, ji bo şermezarkirina hedefgirtina navenda Meclîsa Ciwanan a Minbicê, xwepêşendanekî li darxistin. Alên Rêber Apo, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan û pankartên li dijî êrîşên dagirkerîyê hatin hildan. Gelê Reqa destnîşan kir ku ev êrîş wê îradeya wan a li dijî dagirkeriya Tirk neşikêne û têkoşîna wan wê bidome û li hemberî êrîşan bisekînin.
Duh sibê li navenda Meclîsa Ciwanan a Minbic teqînek çêbû. Li gorî agahîyên ku tên zanîn gelek kes birîndar bûn. Tevgerên Ciwanan li gelek bajaran Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi çalakîyan vê êrîşê şermezar kirin.