DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazorê li bajarokê Cerdiyê civîneke li ser rewşa siyasî li rojhilatê Dêrazorê li darxistin. Gelek şêniyên bajarokê Cerdî, serokê meclisa herêmê û ciwan beşdarî civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê li ser giyana şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre jî li ser rewşa siyasî û bûyerên dawî yên li rojhilatê Dêrezorê û tevahiya herêmê nîqaş hatin kirin.