QAMIŞLO – Bi dehan ciwanên Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê, endamên saziyên sivîl, meclisên navçeyê li pêşiya Meclisa Navçeya Til Hemîsê kom bûn û têkildarî hedefgirtina navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Minbicê daxuyaniyek da. Endamê tevgerê şaxê Til Hemîsê Xeys El Îbrahîm daxuyanî û xwend û hedefgirtina navendê şermezar kir
El Îbrahîm got: “Ciwan, hêza çalak a civakan e û di pêşxistin û avakirina wan de roleke sereke dilîze.” El Îbrahîm diyar kir ku hedefgirtina navenda ciwanan, wan ji têkoşînê dûr naxe lê belê îsrara wan a li ser berdewamkirina berxwedanê li hember êrişan û hewldanên şikandina vîna wan, zêde dike.
Di dawiyê de El Îbrahîm soz da ku li ser şopa fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hewldanên pêşxistina civakan û avakirina Sûriyeya demokratîk û azad berdewam bikin.