KOBANÊ – Teqîna ku 2 roj berê li Navenda Ciwanan a Minbicê pêk hat, ziyanek mezin gihandin avahiyê û gelek kes birîndar bûn. Li gorî agahiyên herî dawî hatin bidestxistin, rewşa tenduristiya ciwanên di teqînê de birîndar bûne baş e.
Piştî êrîşa li ser navenda ciwanan ya Minbicê, li dijî êrîşa li Dêrîk, Kobanê, Minbic, Reqa, Dêrezor û gelek nuqteyên din meş û daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn. Li ser vê bingehê îro li navçeya Qene ya Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşa Yekitiya Jinên Ciwan a Kobanê meşek girseyî hate lidarxistin. Gelek jinên ciwan û gelê Kobanê beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankarta “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” hat hilgirtin û timî dirûşmên “Bijî Berxweda Ciwana” “Bijî Berxwedan Îmralî” hatin qîrîn.
Piştî meşê ji aliyê Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Nêda Şahî ve daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Şahî diyar kir ku tevî hemû êrîşan ti hêz nikare vîna ciwanan bişkîne.