HELEB – Sibê (13 Mijdar) salvegera 63`an a Şewata Sînemaya Amûdê ye ku di encamê de 283 zarokên ji navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo bûn qurbanî. Xwendekar, endamên Komîteya Perwerdeyê û Perwerdeya Civaka Demokratîk ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê li Dibistana Şehîd Cûdî Amanos a li Eşrefiyê kom bûn û daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê xwendekara bi navê Sêvîn Îbrahîm ve hat xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de bûyerên 13`ê Mijdara 1960`î hatin ku di wê rojê de bi sedan zarokên Kurdan jiyana xwe ji dest da, hatin bibîrxistin û hat gotin: “Ev komkujî di çarçoveya rêzekomkujiyên pergalên şofînîst û dagirkerên Kurdistanê yên li djiî gelê Kurd de pêk hat.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê daxwaza eşkerekirin û cezakirina berpirsên komkujiyê bidomînin.