HELEB – Jinên ciwan ên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di bin diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî, na ji kuştin û tundiya li ser jinan re”, komxebatekî li ser asta herêma Efrînê û Helebê li dar xistin. Bi dehan jinên ciwan ji sazî, partî, sendîka û tevgeran beşdar bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser giyanê şehîdên şoreşê, berdefka Jinên Ciwan ên PYD Leyla Mihemed bixêrhatina beşdaran kir, û piştre jî berdefka ciwanên bajarokê Til Rifat Evîn Sîdo vexwend ji bo vekirina mijara kuştin û tundiya li dijî jinan û nîqaş hat vekirin:
Hat gotin ku “Hemû pergal û nêzîkatiyên ku li ser jiyana mirovatiyê ji 5 hezar sal berê hatiye avakirin, li ser bingeheke otorîter û zîhniyeteke zilam hatin avakirin, ku giranî daye kuştin û îstismara jinan bi rê û rêbazên cuda.”
“Ji bo jiyaneke bi fezîlet beriya her tiştî divê jin li rewşa xwe ya rast û xwezayî bê vegerandin, ji ber ku bê jin jiyan ne pêkan e û her wiha bi jineke ku statu û jiyana wê hatiye jiyankirin re parvekirina jiyaneke bi nirx û bi wate ne pêkan e. Jin tê biçûkxistin û her kêlî bi kuştin û şîdetê tê tehdîdkirin.Jina têkçûyî di têkoşîneke newekhev de.”
Di beşa yekem de jî wiha hat gotin: “Piştî lêkolîneke kûr û pênasekirina pirsgirêka jinê û rewşa civakê ya ku hatî desteserkirin, derket holê ku çekdarbûna bi zanist, zanîn û xebatê û wate dayîna hebûnê li ser esasê jiyana azad, bi beşdarbûn, misoger dike. Pêvajoya jiyana bi zerafet, rastkirina çerxa dînamîzma jiyanê û pîroziya dualîbûnê û lêkolîna Rêber Apo ya herî baş û berfireh bû, ji ber ku wî di destpêkê de li cih herî bîngehîn dest pê kir. Paradîgmaya azadiya jinê û sosyolojiya ku bi kûrahî xwe dispêre zanista jinê, yek ji zanistên herî girîng e ji bo avakirina malbateke demokratîk û hilberandina exlaqek azad.
Komxebat bi axaftina berdefka ciwanên Helebê (Sawsan Bîlal) bi dawî bû û tê de bal kişand ser hesasiyeta vê mijarê û wiha got: “Zewaca di temenên biçûk de jî şidetek li dijî jinan e, ji ber ku ev yek bû sedema xwekuştina gelek keçan ji bo ku xwe ji vê zewaca ku li ser wan hatiye ferzkirin rizgar bikin. Lewma divê ev mijar bi awayekî cidî were çareser kirin û di dawiyê de divê her kes ji bo parastina mafên keçan yekdeng bike. Jiyaneke birûmet û jinavbirina diyardeya zewaca di temenê biçûk de beşeke bingehîn e ji xebatên me yên ji bo rakirina tundiya li ser jinan.”