ŞEHBA – Yekitiya Jinên Ciwan, ji Jinên Ciwan re li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” li Kampa Berxwedanê perwerde dikin. Jinên Ciwan bi coş û moral 7 rojan beşdarî dersên bîrdozî û jiyanê bûn. Dersên girîng hînkirina bingehîn û karanîna komputerê bûn.
Roja dawî bi dersa tenduristiyê û serdana Şehba û Gulîstana Rêbertî û Navenda Jinên Ciwan derbas bû. Jinên ciwan li Gulîstana Rêber Apo ji Rêber Apo re name nivîsandin, diyar kirin ku ew dixwazin tola Şehîd Vejîn, şehîdên Dêrikê û hemû şehîdan bi pêşxistina xwe li ser esasê fikit û felsefeya Rêber Apo, hilînin.