NAVENDA NUÇEYAN – Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP’ê daxuyaniyek nivîskî da û salvegera 45’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pîroz kir ku 27’ê Mijdara 1978’an hatiye damezrandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her roj êrîşên dewleta Tirk a qirker zêdetir dibin û destnîşan kir ku ev êrîş li hemberî berxwedana bi rûmet a PKK’ê û gelê Kurd pûç dibin
MLKP’ê wiha got: “Bêguman faktora herî diyarker a ku dewleta Tirk a faşîst a kolonyalîst negihiştiye encamê, hebûna PKK’ê û berxwedana bi rûmet a gelê Kurd e ku di pêşengiya wê de rabûye ser piyan. Helbet ev bi saya berxwedana mezin a ku Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd bi bedelên giran dane, bi îradeyeke mezin, bi kurtasî bi bedelên xwîn û jiyanê ve hatiye afirandin. Ev berxwedana dîrokî di heman demê de polîtîkayên emperyalîst û dewletên paşverû, kolonyalîst û faşîst ên herêmê li Rojhilata Navîn têk dide û gelên bindest û mêtinger ên cîhanê hêviyê dide û rêberiyê dike.”
MLKP’ê bal kişand ser berxwedan û têkoşîna PKK’ê, pêşengiya wê ya di avakirina şoreşa Rojava de, îlhama wê ya ji gelên bindest û mêtinger ên cîhanê re û bi taybetî jî têkoşîna azadiya jinê, got, “Em 45’emîn salvegera PKK’ê pîroz dikin. ku pêkhateyeke girîng a HBDH’ê û gelê Kurd e. Em vîna şoreşgerî ya ku ev dîrok di şexsê Rêberê Gelan rêheval Ocalan de afirandiye silav dikin. Em şehîdên xwe yên ku bi ked û pêşengiya afirandina vê dîrokê bi xwîn û canê xwe nemir bûne, bi hezkirin, minetdarî û dilsoziyeke mezin bi bîr tînin û bi rêzdarî li ber bîranînên wan ditewînin. “Bi hêviya ku 46. salvegera damezrandina me bibe sala serketinê.”