ROMA – Çalakiyên Komîteya ji Ocalan re Azadî ya Îtalyayê ya di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ku 10’ê Cotmehê li qada navneteweyî hat destpêkirin, dewam dikin. Di vê çarçoveyê de wê di 14’ê Mijdarê de li Zanîngeha Roma Tre bi sernavê “Li Tirkiyeyê girtiyên siyasî û pergala girtîgehê” konferansa ku ji du beşan pek were, bê lidarxistin.
Parêzerên Rêber APO, siyasetmedar, hunermend, nûnerên partiyên siyasî û hiqûqnasên Îtalyayê weke axaftvan tevlî konferansê bibin. Mijarên sereke yên konferansê şert û mercên tecrîdê yên li ser Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava bin.
Di daxuyaniya komîteya amadekar a konferansê bal kişandin ser rola ku dewleta Tirk di şerê Ûkranya- Rûsya û Filîstin-Îsraîl de dixwaze bilîze û wiha hate gotin: “Di her ku krîzên ku di demên dawî de civaka navneteweyî hejand de Tirkiye xwe weke welatekî bêalî, xwedî zanebûna mafên mirovan û navbeynkar pêşkeş dike û hewl dide rola pêşengiyê rake.
TIRKIYE BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK SÛC DIKE
Lê Tirkiye di nava sînorên xwe de bi êrîşên li ser beşên civakê yên cuda, aktivîstên mafên mirovan, siyasetmedarên mûxalîf û bi taybet rojnamegeran mafên mirovan bi awayekî sîstematîk binpê dike. Ev binpêkirinên sîstematîk ên mafan di şert û mercên tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên pêkanîn de bi awayekî zelal eşkere dibe.”
ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên hewayî qadên sivîl û binesaziya sivîl hedef digire. Di daxuyaniyê de destnîşankirin ku ev êrîş hiqûqa navneteweyî binpê dike û hat gotin ku sûcên Tirkiye ku di nava sînor û ji derveyî sînorên xwe de pêk tîne wê di konferansê de ji aliyê kesên pispor ve were nîqaşkirin. Beşdarên konferansa ku wê saet di 15:30’an de li Zanîngeha Roma Tre destpê bike wiha ne:
Beşa yekem:
Ji profesorên Zanîngeha Romayê Enrîca RîgoHiqûqnas Maura Palma
Cîgirê Serokê Koma Tîfaqa Çep û Keskan Marco Grîmaldî
Parlementera HEDEP’ê ya Şirnexê Newroz Ûysal
Parêzerê Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol
Parêzerê Abdullah Ocalan ê Îtalî Arturo Salernî
Beşa duyem:
Karîkaturîstê Îtalî Zerocalcare
Şaredarê 3’emîn a Romayê Amedeo Cîaccherî
Endama Tevgera Jinên Kurd Zîlan Diyar
Berdevkê Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî û senetorê berê Gîovannî Russo Spena
Serokê Koma Keskan û Çeo a Konseya Herêma Lazîo Claudîo Marotta