STUGART – Li bajarê Stugart a Almanya, nûnerên kurd û ereb ên Ciwanên Meclîsa Sûrîyê Demokratîk, bi amadebûna endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer, Tevgera Ciwanên Şoreşger û kampanya navnetewî a parastina şoreşa Rojava, panelekî li dar xistin. Di panelê de rewşa niha ya şoreşa Rojava, bi taybet rewşa ciwanan; avakirina meclîsên ciwanan û rola wan a pêşeng; rola pêşengiya jinên ciwan di şoreşê de; pêkanîna demokrasîyê û wekhevîyê; planên ji bo belavbûna şoreşê li tevahî Sûriyê û rola pêşeng a şoreşa Rojava di asta navnetewî de di pêkanîna demokrasîyê de; netew û çand ku di nav şoreşa Rojava de cih digirin û têkiliyê wan bi hev du re; rola ciwanan di Rêveberîya Xweser de; jiyana civakê di nav şer de û rola pêşeng a ciwanan di parastina şoreşê de hatin dest girtin bi pirs, bersiv û nîqaş.
Nûnerên Ciwanên MSD ji bo yekemîn konferansa ciwanan a cîhanî, ku di dest pê kê Mijdarê li Parîsê pêkhat, hatin Ewrûpa û niha li gelek bajaran têkîlî bi hereket û rêxistinên ciwanên sosyalîst û enternasyonalîst ava dikin ji bo danasîna şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, fikirê Rêber Apo a Konfederalîzmê Demokratîk û rola tevgera ciwanan di nav wan de.